Şêniyên Reqayê bang li şaredariyê dikin ku rêyan sererast bike

Şêniyên Reqayê bang li Şaredariya Gel a bajêr kir ku bi lez xebatên qîrkirina rêyan bi dawî bike, ji ber ku ji ajokaran re bûye astengiyeke mezin. Şaredariyê jî sedema derengmayîna bidawîkirina xebatê spart rewşa hewa.

Rêyên bajarê Reqa û gundewarên wê zirar dîtine. Ji ber kortikên li ser rêyan ajokarên erebeyên taybet û giştî bi gilî û gazinc in. Her sal di meha Nîsanê de Şaredariya Gel a bajêr dest bi sererastkirina rêyan dike. Lê ji ber rewşa hewayê ya îsal a guherbar, xebatên şaredariyê di vî warî de dereng mane.

Girêdayî zirarên ku nebaşiya rêya digihînin erebeyan şêniyê bi navê Welîd El-Îsa got: "Bi awayekî asayî em diçin herêma pîşeyî da ku erebeyên xwe çêkin. Nirxên parçeyan gelekî biha ne û em nikarin lêçûna wan bidin."

El-Îsa bang li Şaredariya Gel a Reqayê kir ku di zûtirîn demê de rêyan sererast bikin.

Ajokarê bi navê Mistefa Ebdulrehman got: "Ji ber lêçûnên sererastkirina erebeyan em gelek westiyan. Ji bo peydakirina debara xwe em di nav bajêr de pir digerin. Lê hindek dever hene ji ber rêyên wê yên nebaş em nikarin derbasî wir bibin."

Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Reqayê Ehmed Ibrahîm got: "Me peymanek bi şîrketa El-Şemal a qîrê re bi miqdara 4 hezar û 500 metrekabik mohr kir. Xebatên qîrkirinê piştî bidawîbûna xebatên sererastkirina toreyên avê û kanalîzasyonê dê dest pê bikin."

Têkildarî sedema derengmayîna xebatê Ibrahîm got: "Her sal di meha Nîsanê de ev xebat tê meşandin, lê îsal ji ber rewşa hewa ya guherbar, xebat dereng ma. Baran nahêle ku qîr li erdê bigire."

(şx)
ANHA


Mijarên Din