Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ebû Nemir oxir kir

Bi sedan şêniyên bajarê Reqa û gundewarê wê cenazeyê şehîd Ehmed El- Nemir li Goristana El-Hikumiye bi merasîmekê oxir kir.

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê û gundewarê wê tevî endamên saziyên sivîl, leşkerî û Meclisa Sivîl a Reqayê tev li merasîma oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Ehmed El-Nemir bi nasnav Ebû Nemir bûn. Şehîd Ebû Nimir dema li ser erka xwe bû di 26`ê Hezîranê de şehîd bûbû.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel turenek leşkerî ji hêla endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn ve destpê kir. Piştre gelek axaftin bi navên Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Ebdulkerîm El-Ibrahîm, Meclisa Sivîl a Reqayê endamê meclisê Munîr El-Xelef û Hêzên Ewlehiya Hundirîn hatin kirin.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û destnîşan kirin ku şehîdan soza ku dane anîn cih.

Fermendarek Hêzên Ewlehiya Hundirîn axivî û soza şopandina rêya şehîd Ebû Nemir heya pêkanîna ewlehiya herêmênBakur û Rojhilatê Sûriyê da.

Piştî axaftinan girseya gel cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşart.

(şx)

ANHA


Mijarên Din