Şêniyên Reqayê: Divê hesab ji Tirkiyê were xwestin

Şêniyên Reqayê gotin ew dê li rex hêzên ku Reqayê ji DAIŞ`ê rizgar kirine bisekinin. Her wiha bang li Meclisa Ewlehiyê û civaka navdewletî kirin ku ji ber binpêkirinên ku Tirkiye li herêmên dagirkirî dimeşîne, hesab ji Tirkiyê bixwazin.

Şêniyên Reqayê îro ji bo ku lêkirina  dîwara parçebûnê yê Tirkiyê û binpêkirinên ku li herêmên dagirkirî pêk tîne şermezar bikin, meşiyan. Di meşê de ajansa me nêrînên şêniyan girtin.

Şêniyê bi navê Mihemed Xemîs El-Mihemed got: "Em kiryara Tirkiyê û lêkirina dîwar şermezar dikin. Tirkiyê bi vê yekê armanc dike ku xaka Sûriyê û gelê wê parçe bike. Lê artêşek ji azadîxwazên Sûrî heye ku mudexeleya Tirkiyê red dike. Pergala Tirkiyê bi serkêşiya Erdogan pergalek dîktatorî ye û divê Tirkiyê bikeve lîsteya dewletên ku azadiyan binpê dikin. Ji ber ku Tirkiyê gelê Sûriyê çi jin an jî zarok an jî temenmezinan dikuje û ew nûnertiya gelê Tirkiyê yê li dijî şer û kuştinê nake."

El-Mihemed bang li Meclisa Ewlehiyê û civaka navdewletî kir ku Tirkiyê ji ber binpêkirin, komkujiyên ku li Efrînê û herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine  pêk tîne, muhesebe bikin û ji xaka Sûriyê derxînin.

Şêniyê bi navê Mihemed Fasîh Şihab dagirkeriya Tirk û binpêkirinê wê li Efrîn şermmezar kir û got: "Herî dawî Tirkiye dîware parçebûnê lêdike. Em ji tevahiya cîhanê re dibêjin wê tu carî Efrîn ji Sûriyê qut nebe.”

Şihab teqez kir ku ew li rex QSD`ê ne û baweriya xwe ku her beşek ji Sûriyê rizgar bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din