Şêniyên Reqayê sersaxî ji malbata şehîd Mistefa re xwest

Bi sedan şêniyên Reqayê sersaxî ji malbata şehîd Mistefa Xelef (Mistefa El-Nekzî) re xwest. Şehîd Mistefa Xelef endamê Hêza Ewlehiya Hundirîn a Reqayê bû û dema bi erka xwe ya  niştîmanî ya peyketina şaneyên çeteyan li Reqayê  şehîd bûbû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Mistefa vegirt û bi sedan şêniyên Reqayê, malbatên şehîdan, saziyên sivîl, bi dehan endamên hêza ewlehiya hundirîn a Reqayê beşdar bûn.

Merasîma sersaxiya ji malbata şehîd Mistefa re bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Abdo Awed, li ser navê Meclisa Gel a Reqayê Zahid Radî û bi navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Reqayê fermandêr Fadî Hisên axivîn.

Axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwest û bal kişand ser ku şehîd Mistefa canê xwe di oxira têkbirina terorê, parastina rûmetê û şêniyên xwe de daye. Bi taybet li dijî şaneyên ku hewldana derxistina tevliheviyê di navbera şêniyên bajêr de û ewlehiyê têk bibin, dikin.

Di vê derbarê de kesên axivîn di dewama axaftina xwe de bal kişand ser qehremaniya şehîdên ku berdêlên giranbuha, bi taybet li Reqa û li tevahiya Bakurê Sûriyê, ji bo jiyana hevbeş, avakirina rêveberiyeke demokratîk û azadiyê dane.

Di dawiyê de soza şopandina şehîdan heta têkbirina terorîstên ku gefan li ewlehî û aramiya bakurê Sûriyê dixwin, dan.Paşê merasîma sersaxiyê ji malbata şehîd Mistefa Xelef re, bi sloganên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din