Şêniyên Rojava Çarşema Sor li pêkhateya êzidî pîroz kir

Êzidiyên li hemû bajar û herêmên Rojava, cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Şêniyên ji pêkhateyên cuda bi pêkhateya êzidî re Çarşema Sor pîroz dikin.

Bi boneya sersala êzidiyan, şêniyên Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê serdana Mala Êzidiyan a li bajarê Serêkaniyê kir û pêkhateya êzidî û hemû gelê Kurd pîroz kir.

Şandeyek ji şêniyên bajarê Serêkaniyê û nûnerên saziyên sivîl, serdana mala êzidî kir û cejna Çarşema Sor (sersala êzidiyan) li wan pîroz kir.

Di pêşwaziya şandeya şêniyan de, endam û rêveberên Mala Êzidiyan rawestiyan, endamê rêveberiya Mala Êzidiyan Elî Şêxo bixêrhatina şêniyan kir, hemû gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan bi boneya cejnê pîroz kir û diyar kir ku cejna Çarşema Sor ne tenê ya pêkhateya êzidî ye, ew cejna hemû gelên herêmê ye.

Her wiha endamê Buroya Têkiliyên Giştî a PYD`ê li kantona Hesekê Xelîl Hesarî bi navê şandeyê axivî û cejn li hemû pêkhateyên herêmê pîroz kir. Hesarî wiha got: "Ev ax hate afirandin da ku hemû gel û pêkhate lê bijîn, em hêvî dikin ku her tim boneyên me azadiyê pêk bînin, ji ber ku azadî rûmet e."

Hesarî bang li hemû ol û pêkhateyan kir ku refên xwe bikin yek û wiha got: "Em ê şer bikin û li ber xwe bidin da ku hemû pêkhate jiyaneke hevpar di bin banekî de bi hev re bijîn."

TIRBESPIYÊ

Li bajarê Tirbespiyê û gundên wê êzidî cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Kurdên êzidî di vê boneyê de hêkan rengîn dikin, ev yek jî erdê bi rengên jiyan û biharê nîşan dide, her wiha gelek taybetmendiyên din di cejna Çarşema Sor de hene. Her wiha şandeyeke ji şêniyên Tirbespiyê serdana malên şêniyên pêkhateya êzidî kir û cejn li wan pîroz kir.

Êzidî di roja çarşema yekemîn a Nîsanê de cejna Çarşema Sor pîroz dikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din