Şêniyên Şedadê sûdê ji bermahiya patozan werdigirin

Li navçeya Şedadê piştî bidawîbûna mewsima patozan, şêniyan dest bi komkirina ka û pûş kirin, da ku di lêkirina xaniyan û xwarina pezan de bikar bînin.

Li navçeya Şedadê piştî bidawîbûna mewsima patozan, şêniyan dest bi komkirina ka û pûş kirin, da ku di lêkirina xaniyan û xwarina pezan de bikar bînin. Li bejahiya başûrê navçeya Hesekê jin û mêr bi hev re pûş û pirêzeyên li pey patozan mayî kom dikin û sûdeke mezin jê digirin. Şênî di lêkirina xaniyên axî ku piraniya şêniyên gundan tê de dimînin, bikar tînin.

Şêniyên li gundan kayê ku ji bermahiya zeviyên çandiniyê derdixin, di qalibên avakirina malan de bikar tînin. Hemû şêniyên li gundan pişta xwe didin malên ax ku di aliyê aborî de jî, dibe alîkar.

Welatiyê bi navê Basim Mele El-Elî, şêniyê gundê Kişkaş wiha got: "Em ka û pûş kom dikin û dikin qalibên ax da ku malan ava bikin. Her wiha di aliyê aborî de jî kêm e, ji ber niha nirxê madeyên lêkirinê buha ne.”

El-Elî destnîşan kir ku xaniyên ax ji şêniyên xizan re alîkar e û got: “Em nikarin madeyên çîmento bikirin. Malên axê di havînê de hînikin û zivistanê de jî germ in. Berovajî malên modern, pêwîstiya wê bi alavên cemidandin û germkirinê tine.”

Her wiha El-Elî diyar kir ku qalibên axê û çêkirina wê, ji mîrasa kevn e û heta niha parastina wê tê kirin.

El-Elî di dawiya axaftina xwe de da xuya kirin ku piraniya şêniyan, kayê radikin û di zivistanê de didin pezên xwe.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din