Şêniyên Şedadê şehîd Mihemed Ekîz oxir kirin

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Ehmed Ekîz ku dema erka xwe li navçeya Mergede pêk dianî şehîd bû, oxir kirin.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan ya bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebeyan berê xwe dan Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê. 

li goristanê, şêniyan tevî malbat û rêhevalên şehîd cenazeyê şehîd hilgirtin û birin qada goristanê. Li goristanê, merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Şedadê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve despê kir. Piştre gelek axaftin hatin kirin.

bi navê malbatên şehîdan hevserokê saziyê Nacî Nicûm axivî û îşaret bi deskeftiyên bi saya şehîd û şervanan pêk hatine kir. Her wiha tekezî li ser rola şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di parastina şêniyên herêmê de kir.

Nicûm her wiha îşaret bi rola şehîdan di pêknîna jiyana hevbeş û biratiya gelan di nav pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyê de, kir.

li ser nave Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî, yek ji fermandaran  Semîr El-Hesen axivî û got: destpêkê ji bo xwe,  em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin.

Hesen bi domdarî wiha got: "îro rêheval Mihemed tevlî kerwanên cangoriyan dibe, yên ku ji bo serkeftinê û pêkanîna ewlehî û aramiyê li Bakurê Suriyê, canê xwe feda kirin. Her wiha em rêhevalên çekê yên niha di çeperan de li dijî dagirkeriya Tirk şer dikin, bibîr tînin."

Hesen soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna aramî û ewlehiyê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê, nû kir û wiha berdewam kir: "Em şehîdan di bin axê de venaşêrin, em wan di dilê xwe de vedişêrin ji bo her di wijdanê me de zindî bimînin."

 Piştre wesîqeta şehadetê ji aliyê Endama Saziya Malbatên şehîdan Zehra El-Ebûd ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Paşê cenazeyê şehîd Mihemed di nav tilîlî û dirûşmeyan de, hat veşartin.

ANHA


Mijarên Din