Şêniyên Şefayê ji ber pirsgirêkên xizmetguzariyê bi gazinc in

​​​​​​​Şêniyên bajarokê Şefa li gundewarên rojhilatê Dêrazorê, ji ber pirsgirêkên toreyên kanalîzasyonê bi gilî û gazinc in. Şaredariya bajarok jî bang li Meclisa Sivîl a Dêrazorê kir ku amûrên pêwîst ji wan re pêşkêş bike.

Bajarokê Şefa dabeşî sê beşan dibe; Kemşe, Weset û Sûr. Tenê li beşa Weset toreyên kanalîzasyonê hene. Şêniyên beşên din kortikan bi kar tînin. Ev jî dibe sedema belavbûna bêhnên nexweş û mêşan. Bi taybet li gel bilindbûna pileyên germahiyê.

Li gorî şaredariyê, toreya kanalîzasyonê ya beşa Weset bi rêjeya ji sedî 50 ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve hatiye wêrankirin. Şaredarî jî ji destpêka Tîrmehê ve bi derfetên heyî hewl dide wê restore bike.

Şêniyên El-Şefa ji ber vê rewşê bi gazinc in ji ber wê bang li aliyên têkildar kir ku toreyên kanalîzasyonê li her sê beşên Şefa ava bikin û yên xirabe sererast bikin.

Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Xalid Zîdan El-Salim diyar kir ku ji ber hejmara zêde ya kurtikan, bêhna nexweş û mêş di nav malan de belav dibin.

Her wiha şêniyê bi navê Mihemed Ebû Emar jî rave kir ku ew ditirsin ji ber vê yekê nexweşî belav bibin.

Ji bo naskirina pirsgirêkê ANHA`yê bi serokê beşa xebatên xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Şefayê Qeys El-Ibêd re hevpeyvîn çêkir. El-Ibêd destnîşan kir ku ew pirsgirêkê dizanin û hewl didin wê bi awayekî beşî li gorî derfetên heyî çareser bikin. Lê amûrên kêm li pêşiya hewldanên wan dibin asteng.

Di dawiyê El-Ibêd bang li Meclisa Sivîl a Dêrazorê kir ku desteka pêwîst ji şaredariyê re pêşkêş bikin da ku pirsgirêkê çareser bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din