Şêniyên Şehba û Efrînê li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan

Şêniyên kantona Şehba û Efrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û dagirkerî red kirin. Şêniyan tekez kirin ew ê heta serkeftinê berxwedanê bidomîn in.

Kongra Star a Herêma Efrînê xwepêşandaneke li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar xist. Di xwepêşandanê de, bi sedan şêniyên Efrînê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji wargehên xwe koçber bûne û bi sedan şêniyên kantona Şehba beşdar bibûn.

Xwepêşandêr li ser rêya sereke ya navçeya Ehdasê kom bûn. Şêniyan alê Kongra Star, alê Yekîtiya Jina Ciwan û alê QSD`ê û wêneya Şehîd Hevrîn Xelef hilgirtibûn. Her wiha pankartên bi nivîsên ``Qetilkirina jinê qetilkirina mirofahiyê dike armanc``, `` Na ji faşîzma Erdogan û dagirkeriyê re`` vegirtibûn.

Xwepêşandan ji rêya sereke ber bi qada navçeya Ehdas ve meşiyan. Li vir deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û durişm û siloganên redkirina êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin qîrkirin û Berxwedana Rûmetê hate silavkirin.

Paşê li ser navê Kongra Star a Efrînê, endama Rêveber Emîne Dînglî, li ser navê Yekîtiya Jina Ciwan a Şehba endama Rêveber Zehra Kalo û li ser navê Yekîtiya Ciwanên Efrînê Evîn Bîlal, axaftin hatin kirin.

Axaftvanan berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) silav kirin, dagirkeriya Tirk li dijî Berxwedana Rûmetê çekên giran û yên qedexekirî jî bikar amîn.

Axaftvanan qetilama ku dewleta Tirk û çeteyên wê derheqê Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef jî, şermezar kirin.

Di axaftinan de bang li tevahiya pêkhateyan hate kirin da ku dagirkeriyê ji xaka bi xwîna şehîdan hatiye avdan derxînin, her wiha soza dewamkirina berxwedanê heta pêkanîna serkeftinê, nû kirin.

(rr)

ANHA


Mijarên Din