Şêniyên Şehbayê dest bi çandina sebzeyên havînê kir

Şêniyên kantona Şehbayê bi desteka Komîteya Çandiniyê dest bi çandina cureyên sebzeyên havînê yên cuda kir. Bi vê yekê dê beşek ji pêwîstiyên şêniyan ji sebzeyan û derfetên kar werin peydakirin.

Di vê demê de her sal şêniyên kantona Şehbayê dest bi çandina cureyên sebzeyên havînê yên cuda dikin. Gelek şênî bi çandina sebzeyan debara xwe peyda dikin. Cotkaran ji çend rojan ve bi hevkariya Komîteya Çandiniyê dest bi çandina sebzeyan kiriye.

Li gorî berpirsên Komîteya Çandiniyê, komîte çavdêriya çandina derdora 30 hektar zeviyan dike. 7 hektar ji bo petat (kartol), 6 hektar ji bo pîvaz, 3 hiktar ji bo xiyar û bacanan, 15 hektar ji bo genim, ecûr, kundir û zebeşan diyar kirine.

Her wiha cotkarên kantona Şehbayê dest bi çandina sebzeyan bi rûbera 500 hektarî kiriye ji petat, dolme, xiyar, pîvaz û beqleyan.

Komîteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê hewl dide desteka pêwîst ji cotkaran re pêşkêş bike. Li gorî rayedarên Komîteya Çandiniyê, komîteyê semada yorya û fosfat tevî mazotê ji cotkaran re peyda kirin.

Girêdayî mijarê hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê Basim Osman got mewsima sebzeyan a havînê dê roleke mezin di peydakirina beşek ji pêwîstiyên şêniyên kantonê de bilîze. Her wiha mewsim derfetên kar ji gelek şêniyan re di mehên havînê de peyda dike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din