Şêniyên Şehbayê: Em ê li dijî dagirkeran liberxwe bidin

Şêniyên gundên Şehbayên ên ku dewleta dagirker a Tirk bombebaran dike, gotin: “Em dest ji gundên xwe bernadin. Em ê li dijî dagirkeran li ber xwe bidin.”

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê di nava 4 rojan de  bi çekên giran êrîşî gundên Til Medîq, Bîloniyê, bajarokê Şêx Îsa, Um Hûş û Semûqê yên kantona Şehbayê û gundên Şoraxê û Malikiyê yên navçeya Şera ya girêdayî kantona Efrînê, kirin.

2 welatiyên şahidê bombebaranê tekez kirin ku bombebaran wan ji rêya berxwedanê dûr naxe.

Welatiyê bi navê Mesûd Hesen ku niha li gundê Um Hûş ê kantona Şebayê dimîne, got: “Dagirkeriya Tirkiyê armanc dike ku me ji vir jî derxe. Lê em ê heta dawiyê li dijî dagirkeran liberxwe bidin.”

Welatiyê bi navê Selah Reşîd destnîşan kir ku armanca dagirkeran zelal e û wiha got: “Armanca wan şikandina berxwedana me ye. Em bûne stêriyê di çavê dagirkeran de. Em soz didin em ê heya rizgarkirina Efrînê di rêya berxwedanê de bimeşin."

(jo/bm)

ANHA 


Mijarên Din