Şêniyên Şehbayê kiryarên dewleta Tirkiyê şermezar kirin

Şêniyên kantona Şehbayê destnîşan kirin ku dewleta Tirkiyê û çeteyên wê di binpêkirinên xwe ji qanûnên navnetewî û mafên mirovan bi rêya bombebarana herêm û gundên ewle li Bakurê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê dewam dike û bêdengiya navnetewî şermezar kirin.

Îro dehan endamên meclisan û yekitiyên girêdayî rêveberiya kantona Şehbayê û şêniyên kantonê li pêşiya navenda "Şehîd Axîn Welat" li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê kom bûn, da ku daxuyaniya şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser navçeya Til Rifetê bidin.

Daxuyaniya ku ji aliyê endamê meclisa kantona Şehbayê Ziyad Hemdo hate xwendin, wiha ye:

"Şêniyên kantona Şehbayê li pêşiya hemû kiryar û komployên dijmin Tirkiyê û çeteyên wê sekînine, ji hundirê kela berxwedanê li bajarê Til Rifetê ku hemû planên Tirkiyê vala derxist, li ber xwe didin.

Meclisa kantona Şehbayê êrîşên hovane yên Tirkiyê bi tundî şermezar dikin, dijminê gelan û mirovahiyê bi hemû awayî ji kuştinê, revandin û tirsandina sivîlan da ku peran li şûna wan bigre pêk tîne, ji şewitandina zeviyan û qutkirina hezaran darên zeyîtûnan, dizîna şûnwaran û ferzkirina siyaseteke ku hemû Tirk bin li herêmên Cerablûs, Bab, Izaz, Efrînê û Idlibê, pêk tînin.

Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê di binpêkirinên xwe ji zagonên navnetewî û mafên mirovan bi rêya bombebarandina herêm û gundên ewle yên şêniyên sivîl dewam dike, dewleta faşîst û çeteyên wê sûcekî qirêj şeva roja sêşemê 11-6-2019`an kir, bajarê Til Rifet bombebaran kir, di encama wê de welatiyê bi navê Sebrî Hemo Omer şehîd bû, ew bû şahidê di rûpelên dîrokê, her wiha 3 kesên din ji şêniyên Efrînê birîndar bûn.

Em êrîşên Tirkiyê li ser Bakurê Kurdistanê û Bakurê Iraqê şermezar dikin û ji civaka navnetewî dixwazin parastina sivîlên li Efrîn û Şehbayê bikin.

Her wiha em bêdengiya navnetewî ji aliyê hemû rêxistinên civaka navnetewî û NY`ê û komeleyên mafên mirovan şermezar dikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gel bidawî bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din