Şêniyên Şehbayê: Lêkirina dîwar di çarçoveya lihevkirinek nû de pêk tê     

Şêniyên kantona Şehbayê dibêjin ku Tirkiyê bi armanca qutkirina Efrînê ji Sûriyê dîwar lêdike. Şêniyan got: “Bêdengiya Rûsyayê û rêjîma Sûriyê îşaret bi lihevkirineke nû bi Tirkiyê re dike.”

Dagirkeriya Tirk planên xwe qutkirina Efrînê ji Sûriyê didomîne. Li beramberî wê hêrs û nerazîbûnên şêniyên kantona Efrînê û tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Şênî ji bo ku siyasetên Tirkiyê bi hevkariya Rûsya û bêdengiya rêjîma Sûrî şermezar bikin çalakiyên cihereng lidar dixin.

Girêdayî mijarê şêniyên kantona Şehbayê ji ajansa me re axivîn û destnîşan kirin ku ew planên Tirkiyê red dikin. Şêniyan bêdengiya navdewletî û hevkariya Rûsyayê bi Tirkiyê re şermezar kirin.

Şêniyê bi navê Mihemed Wêsî yê ji pêkhateya Ereb diyar kir ku planên Tirkiyê girêdayî Efrînê dişibin Lîwa Skenderon û wiha got: “Destpêkê şêniyên wê dan koçberkirin, piştre demografiya wê guherî niha jî dixwaze ji xaka Sûriyê qut bike. Lêkirina dîwar, avakirina bircên çavdêriyê, belavkirina leşkeran li derdora Efrînê û herêmên din ên Sûriyê yên dagirkirî, dagirkirinek bi erêkirinek navdewletî û Rûsyayê pêk tê.”

Wêsî bang li tevahiya aliyan kir ku li dijî timayên derve ku yekîtiya welêt tehdîd dikin bisekinin. Wêsî got, bi hevgirtin, bi awayekî cidî tevbigerin û ji diyaloga Sûrî-Sûrî re vekirî bin.

Şêniyê bi navê Elî Selamê yê ji Şehbayê girêdayî zêdebûna binpêkirinên Tirkiyê li ser Efrînê wiha axivî: “Me dît ku çawa dagirkeriya Tirk piştî têkbirina DAIŞ`ê êrîş û gefên xwe li dijî herêmên Bakurê Sûriyê bi giştî û Efrînê bi taybet zêde kirin. Tirkiye bi armanca qutkirina Efrînê ji Sûriyê dixwaze, Efrînê bike navenda vejandina DAIŞ`ê.”

Selamê bêdengiya Rûsya û rêjîma Sûriyê ya ji bo dîwar wek lihevkirinek nû di navbera wan û Tirkiyê de wesifand.

Şêniya bi navê Werda Şêxo jî lêkirina dîwarê şermezar kir û got: "Efrîn beşek nayê parçekirin ji Sûriyê ye. Em kirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê şermezar dikin. Em bang li Meclisa Ewlehiyê û civaka navdewletî dikin ku bilivin û dagirkeriya Tirk ji tevahiya herêmên ku dagir kirine derxînin. Da ku şêniyên wan herêman ên resen vegerin warên xwe."

(şx)

ANHA


Mijarên Din