Şêniyên Şengalê di roja 52`emîn de çalakiya xwe didomînin

Çalakiya ku şêniyên Şengalê ji bo piştgiriya asayîşa Êzidxanê dabûn destpêkirin di roja 52`emîn de didome. Mamosta Ferhan diyar kir ku ew ê heya dawî li dijî pîlan û peymanên qirêj li ber xwe bidin û ew ê bi berxwedanê bi ser bikevin.

Şêniyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em Hemû Asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 52`emîn de didome .Şêniyên Şengalê kom bi kom serdana konê çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakgeran nîşand didin.

Şêniyên Şengalê heya niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikumeta Iraqê kirine, lê heya niha rayedarên Iraqê bersivek erênî nedane. Ji ber vê yekê civaka Êzidî diyar dike ku heta daxwazên wan pêk neyên ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

Mamoste Ferhan Elyas li ser berxwedana Şengaliyan axivî û da zanîn civaka Êzidî 52 roj e bi îradeya xwe li dijî pîlanên qirêj li ber xwe dide û got: “Piştî fermana 73’yan gelê me ji nû ve xwe bi rêxistin kir û bû xwedî îrade. Armanca peymana 9’ê Cotmehê a di navbera Hikumeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê ya li ser Êzidiyan, qirkirina Êzidiyan e. Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar, serdana Bexdayê kir, piştre jî çû Hewlêrê. Şengal mijara wan ya serek bû, dixwazin îradeya bi xwînê hatî bidestxistin, bixin armanca pîlanên xwe yên qirêj. Dema dewleta Tirk tê Iraqê, li ser Şengalê bûyerek diqewime. Em ê heya dawî li dijî van pîlan û peymanên qirêj, li ber xwe bidin. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.”

ANHA


Mijarên Din