Şêniyên Serêkaniyê ji ber buhayên zêde bi gazinc in

Şêniyên Serêkaniyê bang li Beşa Zimhêrê ya Şaredariya Gel a Serêkaniyê kir ku nirxê kel û pelan di nav sûkan de kontrol bikin.

Pereyên biyanî yan jî dolar bandoreke neyînî li ser buhayê kel û pelan û berheman li Sûriyê, bi taybet madeyên xwarinê û cil û bergan dikin. Buhayên kel û pelan di nav sûkên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, di nav de Serêkaniyê, gelekî biha bûne. Ji ber ku bazirgan dolar ji bo diyarkirina buhayan wek pîvan bi kar tînin. Vê yekê jî di meha Remezanê de bandoreke neyînî li şêniyan kir.

Newzet Elî ji şêniyên bajarê Serêkaniyê ye, girêdayî mijarê wiha got: "Bilindbûna buhayê madeyan bi awayekî zêde bandorê li me dike. Ji ber buhabûnê şênî zirarê dibînin, bi taybet malbatên xwedî dexlên navîn û yên bêdexl (dahat).”

Elî bang li Beşa Kontrol û Çavdêriyê kir ku bi erka xwe rabe û buhayên kel û pelan di nav sûkan de kontrol bike , ji ber ku buha ji dikanekî ji ya din cudatir e û xwediyên dikanan dolar dikin hincet.

Bîlar Elî yê ji şêniyên Serêkaniyê, destnîşan kir ku Beşqa Zimhêrê ya Şaredariya Gel di nav sûkan de nagere û buhayên kel û pelan di nav sûkan de kontrol nake.

Bîlar Elî Beşa Zimhêrê rexne kir û bang lê kir ku dewriyeyên xwe di nav sûkan de zêde bikin da ku buhayan kontrol bikin û wiha pê de çû: "Buhayên kel û pelan bi awayekî neyînî bandorê li malbatên xizan dikin, bi taybet kesên astengdar û malbatên şehîdan."

Ehmed Abdullah xwediyê dikana caw li bajarê Serêkaniyê, girêdayî mijarê got: "Piştî aloziya Sûriyê tevahiya şêniyên herêmê ji ber bilindbûna nirxê dolar bi gilî û gazinc bûn. Wek xwediyên dikanan em kel û pelên xwe bi dola dikirin, ji ber ku ji derveyî herêmê ji Bakur û Başûrê Kurdistanê bi rêya bazirganan tên."

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Beşa Zimhêrê ya Şaredariya Gel a Serêkaniyê Hesen Izo rexneyên şêniyan qebûl kirin û got: "Dewriyeyên me di nav sûkan de berdewam in. Lê hindek tişt hene em nikarin kontrol bikin, ji ber ku gelek kel û pelên sûkên herêmê ji derve bi rêya bazirganan tên."

Izo bang li şêniyan kir ku ji wan re alîkar bin û giliyên xwe bigihînin Beşa Zimhêrê. Izo tekez kir ku dewriyeyên xwe ji bo rê li pêşiya bikaranînê di navbera dikanan de bigirin, zêde kirine.

(şx)

ANHA


Mijarên Din