Şêniyên Serêkaniyê ji hundirê bajêr: Em hê li vir in û xaka xwe bernadin

Şêniyên bajarê Serêkaniyê got ew hê di hundirê bajêr de ne, bi hêzên xwe bawer in û xaka xwe ji dagirkeriyê re nahêlin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û balafirên wê bajarê Serêkaniyê bombebaran dikin. Lê tevî dijwariya bombebaranê hê jî şênî li hundirê bajêr in.

Şêniyekî li pêş kameraya ajansa me ANHA’yê got: "Hê em li vir in. Ez li vir li pêş dikanên xwe yên li sûka bajarê Serêkaniyê me.  Li kêleka şervanên me şer dikim û pê bawer im. Ev xak a me ye û em ji dagirkeriyê re nahêlin."

Welatiyan bang li şêniyan kir ku bajarê xwe nehêlin û parastina wê bikin.

(fr)


Mijarên Din