Şêniyên Serêkaniyê êrîşên Tirkiyê li ser herêmên Başûr protesto kirin

Şêniyên herêma Serêkaniyê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û ji hikûmeta Hêrêma Başûr xwestin helwesta xwe zelal bike.

Bi dehan şêniyên herêma Serêkaniyê û Zerganê yên kantona Hesekê bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana Şêladizê em ê dagirkeriyê têk bibin, Biradostê biparêzin û Efrînê azad bikin" meşiyan û êrîşên arêtşa Tirk yên li ser herêma Xakûrkê û Şêladizê yên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Şêniyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên Kongreya Star û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV) hilda bûn û li ber çerxerêya Şehîdan dest bi meşê kirin û li kolanên sereke yên bajêr geriyan û di wê navberê de bê navber diruşmeyên şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê qîr dikirin.

Meş li ber avahiya meclisa navçeyê rawestiya. Bi navê Rêveberiya Meclisa Bajarê Serêkaniyê Ciwan Îso şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û êrîşên artêşa Tirk a dagiker ên li ser herêmên Parastina Medyayê şermezar kir. Îso anî ziman ku ev êrîş îradeya gel Kurd û projeya netewa demokratîk a xwe dispêra fikr û felsefeya Ocalan dike hedef.

Îso, bêdengiya civaka navdewletî ya ji van êrîşan şeremzar kirin û ji hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê xwest helwesta xwe nîşan bibe. Her wiha bang li gelê Kurd kir ku têkoşîna li hemberî dagirkeriyê xurt bike.

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA

 


Mijarên Din