Bi hezaran şêniyên bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê li ber Baxa Giştî kom bûn û bi dirûşmeya ‘Birûxe hikûmet’ dest bi xwepêşandanê kirin. Her wiha daxwaza dayîna mûçe û başkirina rewşa gel kirin.
Hêzên ewlehiyê mûdaxaleyî beşek xwepêşandaran kir, lê xwepêşandar li ser biryara xwe bi îsrar bûn ku ber bi Deriyê Sera ve biçin.