Şêniyên Sirînê: Em piştgiriya QSD`ê bikin û parastina bajarên xwe bikin

Şêniyên navçeya Sirînê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker xwepêşandanek li dar xist û diyar kir ku ew xwedanê vê xakê ne û dê piştgiriya QSD`ê bikin.

Li dijî êrişên artêşa Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran şêniyên navçeya Sirînê li têketina navçeyê kom bûn. Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên "Neteweya demokratîk bingeha biratiya gelan e, na ji hevpeymanên li ser hesabên gelên herêmê re" hilgirtin.

Xwepêşandan ji têketina bakurê navçeyê ber bi kolana şaredariyê û heta bi bazara gelêrî û kolanên sereke yên navçeyê geriya.

Meş li qada şaredariyê veguherî mîtîngê û li wir li dijî binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê ji qanûnên navdewletî re û êrişên li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tînin, axaftin hatin kirin.

Li ser navê rûspiyên eşîrên navçeya Sirînê Îbrahîm Mihemed Mihemed axivî û got her kesekî ku li ser xaka Sûriyê li dijî xwedî mafê jiyînê ye û erka wî parastina xakê bike. Her wiha got kesên dixwazin vî welatî dagir bikin, dixwazin wêran bikin, talan bikin û demografiya welat biguherin, lê belê em ji parastina xaka xwe piştgiriya QSD`ê bikin.

Her wiha rêvebera Kongreya Star Lîyla Mihemed axivî û êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Lîyla Mihemed wiha got: “Armanca projeya Erdogan qirkirina gel û têkbirina projeya neteweye demokratîk e, lê projeyeke terorîst e û bi ser nakeve.”

Di milekî din de hevserokê Şaredariya Sirînê Mistefa Mislim axivî û got xaka Sûriyê bi saya şehîdan hatiye parastin û dê xaka Sûriyê xizmeta berjewendiyên navdewletî neke.

Xwepêşandan bi sloganên "Na ji bêdengiya navdewletî û êrişên artêşa Tirk re" bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din