Şêniyên Soxanekê qala topbarana li ser gund dikin

Gundê Soxanekê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê duh ji aliyê leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve bi dijwarê hate topbarankirin. Şêniyên gund diyar kirin ku  topên yekser li malên wan ketin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh saet 12:49‘an gundê Soxanekê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê dan ber topban. Hêzên dagirker 130 top avêtin gund. Di encamê de ji malbatekê 4 sivîl birîndar bûn, di nav de pitikek kebû.

Şêniyên gund ji ANHA‘yê re diyar kirin ku dagirkeriya Tirk yekser malên wan dikirin hedef.

Jina bi navê Sûzan Elîko anî ziman ku top mîna baranê li malên wan dibariyan û got: "Topek li orta malê ket û pêre baniyê xanî hat xwarê. Ma çi gunehê vê pitikî bû ku birîndar bibe. Dema top ket ev pitikî bêdeng ma me got qey jiyana xwe ji dest, lê piştî me av li rûyê wî kir şiyar bû."

Sûzan Elîko diyar kir ku ew zêdeyî saetekî di serşoka malê de man û got: "Zarokê min xwîn davêt, dema topbaran sekinî me ew bir nuqteya tenduristiyê û li wir hat dermankirin."

Şêniyê bi navê Remzî Berekat ji aliyê xwe ve got, Erdogan ê îdiaya Îslamê dike û dibêje Cejna Qurbanê pîroz û mûbarek di rojên cejna pîroz de malên me topban dike û wêran dike.

ANHA


Mijarên Din