​​​​​​​Şêniyên Şêrawa: Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha pîroz de gundên me topbaran dikin

Şêniyên navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî gundên wan şermezar kirin. şêniyan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker di meha Remezanê ya pîroz de êrişî gundên tijî şênî dike.

Vê sibehê gundên Merenaz, Malkiye, Şewarxe, Keleha Şewarxe, Irşediye, Tat Meraş ên girêdayî navçeya Şera rastî topbaranek dijwar ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin.

Di encamê de hinek daristanên gundan şewitîn û hinek mal jî wêran bûn.

Nûçegihana ajansa ANHA`yê di nav gundên navçeya Şêrawa de geriya û nêrînên şêniyan girêdayî vê mijarê girtin. şêniya bi navê Leyla Hisên got: "Artêşa Tirk a dagirker di vê meha pîroz de bi awayekî domdar êrişî me dike. zirarê bi milkên me dike. Tevî ku daristanên hinek gundan şewitîn."

Şêniya bi navê Sebah Ebdo ya ku mala wê vê sibehê rastî topbaranê hatiye got: "Di saet 06:30`an de em li mal rûniştibûn. Ji nişkan ve me dengê topan bihîst û kevir bi ser me de ketin."

Sebah wiha domand: "Erdogan îdia dike ew musliman e. Gelo çima di vê meha pîroz de gundên me topbaran dike.?"

Şêniyê bi navê Mihemed Ehmed topbarana li dijî sivîlan a li navçeya Şêrawa ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din