Şêniyên Şêrawa: Kiryarên dagirkeriyê vîna me ya berxwedanê naşikîne

Şêniyên gundên Şêrawa yên girêdayî kantona Efrînê tekez kirin ku kiryarên dagirkeriya Tirk vîna wan ya berxwedan û têkoşînê naşikîne.

Dewleta dagirker a Tirk piştî Efrîn dagir kir bi sed hezaran şêniyên resen ên Efrînê da koçberkirin. Niha jî gund û bajarokên navçeya Şêrawa ya Efrînê û kantona Şehbayê ya ku şêniyên Efrînê lê bi cih bûne, topbaran dike. Ev rewş ji zêdetirî sal û nîvekê ve dewam e.

Di vê çarçoveyê de ajansa me nêrînên hin şêniyên navçeya Şêrawa girtin. Şêniyan tekez kirin ku ew ê berxwedana xwe bidomînin.

Şêniyê bi navê Ehmed Mistefa girêdayî rihê têkoşîn û berxwedanê ya şêniyan, girêdayîbûna bi axê re axivî û wiha got: "Dagirkerî vîna me naşikîne, berovajî wê di berxwedanê de berdewam in. Dê li dijî wan heta nefesa dawî parastina axa xwe bikin.”

Mistefa axaftinên xwe wiha domand: “Heke hat xwestin em ê çekê hildin û parastina axa xwe ji qirêjiya teror û dagirkeriyê bikin. Vîna şêniyan li hember êrîşan lawaz nabe û berxwedana me jî lawaz nake."

Şêniyê bi navê Zekeriya Mihemed destnîşan kir ku çeteyên dagirkeriya Tirk bi awayekî rojane gundên Şêrawa yên ku sivîl tê de, topbaran dike û wiha got: "Ev kiryarên ku Erdogan pêk tîne, temamkirina planên koçberkirina şêniyan ji warên wan û guhartina demografiya herêmê ye. Ji vê rewşê zêdetir jî komên çekdar ên li bajarokên Zehra û Nubilê çember li ser tevahî pêdiviyên xwarinê ji şêniyên li ser gundên sînor re, ferz kiriye."

Di axaftina xwe de Zekerî wiha tekez kir: "Heta dîwarê parçekirina li xaka Sûriyê lêkir, ev xak bi xwîna şehîdan hatiye avdan û dê herî dawî li xwediyê xwe vegere.”

Şêniya bi navê Henîfe Berî jî got: “Bila Erdogan baş zanibe, ew nikare vîna Kurdan bişikîne. Kurd xwediyê dozek bi sedan salan in. Qehremanan di dirêjahiya 58 rojan de  li hember dijwartirîn êrîş û çekên giran axa xwe parastin. Efrîn a Kurdan e."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din