Şêniyên Şêrawa Rûsya û hikumeta Sûriyê berpirsê êrişan dibînin

Şêniyên navçeya Şêrawa hêzên Rûsya û hikumeta Sûriyê berpirsê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên navçeyên Şêrawa û Şera yên kantona Şehbayê dibînin, digel mijûlbûna tevahî cîhanê bi Koronavîrusê, her wiha piştrast kir ku li hember dagirkerî û çeteyên wê ve di berxwedanê de bi israr in.

Vê sibehê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve gelek gundên navçeyên Şêrawa û Şera û kantona Şehbayê topbaran kirin.

Di encama topbarana li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa de leşkerekî hêzên hikumeta Sûriyê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bûn, her wiha koçberê bi navê Mehmûd Sîdo Sîdo ji êzidiyên gundê Qitmê ye di destê xwe yê rast de birîndar bûn, mal û milkên sivîlan jî zirar dîtin.

Gundên navçeyên Şêrawa û Şera û kantona Şehbayê yên ku hatine topbarankirin wiha ne; Aqîbê, Bênê, derdora birca Syriatel, Dêrcemal, Malkiyê, Şewaxa, Keştar û Şêx Hîlal ê navçeya Til Rifetê.

Li gel mixabiniya gelêrî û banga NY’yê ya agirbesta li Sûriyê, lê artêşa Tirk a dagirker agirbestê bin pê dike û gundên ku tê de koçberên Efrînê li kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa bi cih bûne tên topbarankirin.

Der barê topbaranê de, şêniyên herêmê kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên navçeya Şêrawa û Şera û kantona Şehbayê şermezar kirin.

Şêniyê bi navê Mehmûd Sîdo yê êzidiyê Efrînê ku vê sibehê birîndar bûye wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi zorê ji warên xwe yên Efrînê koçberî navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê kir û malên me yên li Efrînê wêran kirin, her wiha hewl dide careke din me ji vir jî koçber bike, me çi guneh kiriye û çi ji me dixwaze?"

Sîdo wiha domand: "Destê min yê rastê bi moşka ku li mala ku tê de dijîn ketiye bi parçeya wê birîndar bû, her wiha kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê yên girêdayî wê hê jî heta niha li dijî me berdewam in."

Sîdo bang li rêxistinên hiqûqî kir ku destwerdanê bikin û kiryarên dewleta Tirk a dagirker li dijî civaka Êzidî û şêniyên Efrînê yên koçber rawestînin.

Ji aliyê xwe ve jî hevserokê Şaredariya Gel a gundê Aqîbê Henîf Sîdo diyar kir ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî gundên navçeyên Şêrawa û Şera berdewam in, her wiha ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker van gundan topbaran dike.

Sîdo destnîşan kir ku topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî gundên navçeya Şêrawa jiyana bi hezaran sivîl ligel pêkanîna qedexeya derketina derve bi sedema Koronavîrusê, dixe xeteriyê.

Sîdo anî ziman ku bi sedema topbarana artêşa Tirk a dagirker mal û milkên şêniyan û xizmetguzarî mîna kehrebe û avê zirar dîtin.

Li aliyekî din jî Henîf Sîdo hêzên Rûsya û hikumeta Sûriyê berpirsê topbaranên artêşa Tirk a dagirker li dijî gundên navçeyên Şêrawa, Şêra û kantona Şehbayê dîtin.

Henîf Sîdo da zanîn ku di mayîna li gundên xwe û berxwedanê de bi israr in û ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re nahêlin.

Şêniya bi navê Lîna Felah kiryarên dewleta Tirk a dagirker li dijî wan şermezar kirin û wiha axivî: "Vê sibehê moşekek li pêş mala me ket, çi gunehê me heye? zarok bi sedema moşekan nikarin rakevin."

Duh artêşa Tirk a dagirker rêya di navbera gundê Kefer Naya û Şêx Hîlal bi dehan moşek topbaran kir, di encamê de şêniyê bi navê Xalid Mihemed Oso birîndar bûn, erebeya wî şewitî û zirarên madî gihiştin milkên wî.

(fr)

ANHA


Mijarên Din