Di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de, bi sedan şêniyên navçeya Şêrewa li gundê Soxanekê dest bi avakirina satirên ji keviran kir.
Artêşa Tirk a dagirker rojane êrişî gundê Soxanekê û rêya sereke ya di navbera gund û derdora wê dike, di heman demê de çeteyên artêşa Tirk ên li gundê Basilê yê dagirkirî û girêdayî navçeya Şêrawa liv û tevgera sivîlan dişopîne û wan dike hedef.
Bi sedan şêniyên gundê Soxanekê, Aqîbê û Ziyaretê stirên ji keviran ava kirin û tê payîn li ser rêya gundê Soxanekê û derdora wê jî satirekî bi dirêjahiya yek kîlometreyî û bilindbûna du metre û nîvan ava bikin.
(eh)
ANHA