Şêniyên Şêxmeqsûdê gerac veguherî baxçeyeke sûdewar

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê yekemîn projeya çandiniyê li herêma Şiqêf aktîf kir. Kesên di çandiniyê de pispor, zeviyek 2 donim ku berê gerac bû, veguherî baxçeyekî ku sûdê bide herêmê û şêniyan.

Gelek şêniyên taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê wek tecrubeya yekemîn dest bi projeya çandiniyê kir. Avhewaya herêmê ji çandiniyê re destdayî ye. Şêniyan jî ji bo hilberîna herêmê bi pêş bixin, dest bi vî karî kir. Hem jî wê derfeta kar ji şêniyan re ava bike.

Wek gava yekemîn 4 pisporên çandiniyê yên taxê dest bi çandiniyê kir. Ev gav li taxa El- Şêx hat avêtin û rûberek bi dirêjiya 2 donim hat çandin. Ev 2 donim beriya ku were çandin gerac bû û axek hişk bû.  Van pisporan erd cot kir û axa sor anî cihê ku dê çandiniyê lê bikin. Erd bi semada xwezayî û avdanê zengîn kirin.

Paşê karkeran dest bi çandina tov û şitilên hemû cureyên şênkayiyên havînê kir. Şînkayiyên wek xiyar, bacan, lobiya, bamî, zebeş, gindor, bacanên reş û îsot lê çandin.

Piştî 2 mehan karkeran berhema keda xwe rakir, her du rojan berhemê kom dikin û li sûkên herêmê yên li taxa Şêxmeqsûd û firoşkarên Eşrefiyê bi nirxekî guncaw difiroşin.

Yek ji cotkarên baxçe Şiqêf Seîd Heskîlo ji ajansa me re axivî û got: “Zevî hişk bû. Me biryar da ku em projeyeke çandiniya şênkayiyan li taxê vekin da ku pêwîstiyên şêniyan peyda bikin. Proje di 2 mehan de bi ser ket û hemû cureyên ku hatin çandin, berhemeke baş dan. Me jî îspat kir ku zevî ji bo hemû şênkayiyan baş e.”

Der barê gavên ku di pêş de werin avêtin, Heskîlo got: “Em ê piştî mehekê şênkayiya payîzê biçînin û niha malên plastîk beriya demsala zivistanê amade dikin. Di rojên pêş de em ê berfirehiya zeviya projeya çandiniyê fireh bikin.”

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din