Şêniyên Tebqayê bi meşekê banga vekirina korîdoreke mirov kir

Şêniyên Tebqa ji bo rakirina birîndarên di bajarê Serêkaniyê de asê mane meşeke li dar xistin û banga  vekirina korîdoreke mirovî kirin.

Heyva Sor a Kurd, Heyva Sor a Sûriyê û Xaça Sor a Navdewletî, îro 30 birîndar û 4 şehîd ji bajarê Serêkaniyê rakirin. Lê hîna hejmarek ji birîndaran di bajêr de asê mane.

Şêniyên Tebqa ji bo vê yekê daketin xwepêşandanê û daxwaza vekirina korîdoreke mirovî kirin da ku birîndarên mane ji werin derxistin.

Xwepêşandêran durişmên şermezarkirina binpêkirinên dagirkeriya Tirk avêtin û wêneyên wan zarokên di encama bikaranîna çekên qedexekirî wekî Fosfora Spî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, hilgirtibûn.

Xwepêşandêran herwiha li ser girîngiya vekirina korîdoreke mirovî tekez kirin, da ku rê bidin karwanên mirovahiyê derbasî Serêkaniyê bibin û şehîd û birîndaran, rakin.

Di xwepêşandanê de, Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz Hemid El-Ferec li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê axivî û weha got: “Em îro li dijî binpêkirinên Tirkiyê kom bûne, ku hîna heta niha li Serêkaniyê berdewam dike.”

Şêx û rûspiyên êlên herêma Tebqa, di heman çarçovê de îro daxuyaniyek dan û berdewambûna êrîşên hovane yên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li ser herêma Serêkaniyê ya tevlî ragihandina agirbestê şermezar kirin.

Daxuyaniyê her wiha bang li civaka navdewletî  hate kirin ku demildest dorpêçê ji ser Serêkaniyê rakin da ku birîndar û şehîdên li wir mane rakin.

(rr)

ANHA


Mijarên Din