Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîdê QSD‘ê Ebdulmecîd spartin axê

Sedan şêniyên herêma Tebqayê cenazeyê şervanê QSD‘ê Ebdulmecîd El-Xelef (Ebû Mehmûd) ê dema erka xwe pêk dianî di encama krîza dil de şehîd bibû, spartin axê.

Sedan şêniyên herêma Tebeqayê cenazeyê şervanê QSD‘ê Ebdulmecîd El-Xelef (Ebû Mehmûd) ê dema erka xwe pêk dianî di encama krîza dil de şehîd bibû ji be nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê wergirtin û bi kerwanekê ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî û deqeya rêzgirtinê, endamê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Seqir El-Mihemed, hevserokê Komîteya Aborî ya Tebqayê Ehmed El-Silêman û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Reşa Taha axivîn, sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina xeta şehîdan heta rizgarkirina herêmên dagirkirî dan.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.

ANHA


Mijarên Din