Şêniyên Tebqayê li dijî binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê meşiyan

Li bajarê Tebqayê bi pêşengtiya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi sedan kes daketin qadan û binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê protesto kirin.

Bi sedan şêniyên herêma Tebqayê ji bo şermezarkirina binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li herêmên Sûriyê ku dagirk kirin û lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê meşiyan. Meş ji aliyê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya buroya Tebqayê ve bi diruşmeya "Dengê me li hemberî dagirkeriya Tirkiyê yek e" hate organîzekirin.

Meş ji pêşiya avahiya Rêveberiya Jin a li taxa Sanî ber bi navenda Çand û Hunerê ya heman taxê ve destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û banga yekîtiya xaka Sûriyê hatin avêtin. Beşdarên meşê alên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Rêveberiya Jin û Malbatên Şehîdan hidabûn. Jin jî ji bo piştgiriya dayikên aştiyê yên li Bakurê Kurdistanê, bi laçikên spî tevlî meşê bibûn.

Meş li pêşiya navenda Çand û Hunerê veguherî mîtîngê. Piştî bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê, serokê Buroya Rêxistinê ya şaxê Tebqayê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hadî Zahir axivî û ev tişt anî ziman: "Sûriyê di van çend salan de bû qada planên mêtîngerî, di serî de jî dagirkeriya Tirkiyê ya ku rêzê ji tu qanûnên başbûna cîrantiyê re nagire. Sînorê xwe ji terorîstên ku ji hemû deveran dihatin re vekir û ji wan re desteka leşkerî û lojîstî pêşkêşî terorîstan kir."

Hadî Zahir bal kişand ser kiryarên dagirkeriya Tirk li Efrînê ji kuştin, koçberkirin, guhartina demografiya herêmê û lêkirina dîwarê parçekirina Sûriyê yê û got, dîwarê Tirkiyê li Efrînê lêdiek dişbe dîwarê nijadiyê ku Îsraîl li Xezayê lêkiriye.

Zahir îşaret bi lehengiyên şervanên Berxwedana Serdemê kir û têkoşer Avesta Xabûr bi bîr anî. Zahir her wiha binpêkirinên mafên şêniyên Efrînê ji hêla dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ve şermezar kirin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Abdulkerîm Îbrahîm bal kişand ser binpêkirinên dewleta Tirk der heqê bi sedean girtiyên di girtîgehên wê de û wiha raber kir: "Tu gunehê wan girtiyan tineya, wan girtiyan banga azadiyê û bidawîkirina dagirkeriyê dikin. Erdogan bi lêkirina dîwarê parçekirina Sûriyê hemû pîvan û qanûnên navdewletî binpê kirin. Berxwedan bi teqez berdewam e heta rizgarkirina bihosta dawiyê ji xaka Sûriyê."

Di mîtîngê de endama rêvber a Rêveberiya Jin a Tebqayê Fatme Hemdo da zanîn ku bêdengiya navdewletî der barê kiryarên Erdogan li Sûriyê, bi taybet lêkirina dîwarê parçekirinê de didomin û wiha lê zêde kir: "Divê ev yek bê sînordarkirin."

Di dawiya mîtîngê de dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û banga yekîtiya gelê Sûriyê hatin berzkirin.

Ji kesên beşdarî meşê bibûn serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Tebqayê Musena Ebdulkerîm, rêveberê Buroya Rêxistinî ya Partiyê Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê Ehmed El-Xelef, endamê Partiya Pêşerojê ya Buroya Tebqayê Abdullah El-Elî, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebayê Ebdulkerîm Îbarhîm û endamên Rêveberiya Jin a Tebqayê Fatima Behbûh û Mufîda Umer nêrînê xwe ji ajasna me ANHA‘yê parve kirin.

Kesên axivîn, binpêkirinên ne exlaqî û ne mirovî derheqî şêniyên Efrînê de, her wiha dîwarê qutkirina Efrîn ji Sûriyê şermezar kirin û gotin, bi yekîtiya gelê Sûriyê û berxwedana şervanên QSD‘ê Efrîn dê rizgar bibe.

Her wiha bang li civaka navdewletî kirin ku ji bêdengiya xwe der barê kiryarên dagirkeriya Tirk ên hovane li dijî Efrînê û herêmên dagirkirî de, derkevin û tekez kir ku dê şopdarên xeta şehîdan bin û têkoşîna xwe heta rizgarkirina hemû deverên dagirkirî dewam bikin.

 (fr)

ANHA


Mijarên Din