Şêniyên Tebqayê şehîd Adil El-Ereb spastin axê

Bi sedan şêniyên Tebqa û gundewarê wê cenazeyê şehîdê Hêzên Sûriya Demokratîk Adil Ehmed El-Ereb (Kados Qamişlo) bi merasîmekê veşartin.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Tebqa ya Watanî wergirt û bi kerwaneke wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê. Li rex şêniyan endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Tebqayê hebûn.

Li goristanê merasîm piştî deqeya rêzgirtin li gel torenek leşkerî destpê kir. hevserokê Komîteya Parastinê ya Tebqayê Mihemed Elî Xalid axivî û destkeftiyên ku bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin bibîr xistin.

Birayê şehîd Ebdulhemîd Ehmed El-Ereb axivî û soza şopandina rêya birayê xwe û şehîdan da.

Piştî bidawîbûna axaftinan wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatan wî hate kirin. Paşê şêniyan cenazeyê şehîd veşartin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din