Şêniyên Tebqayê şehîd Îbrahîm Cerah oxir kir

Îro bi sedan şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Îbrahîm Cerah endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn spart axê. Şehîd Îbrahîm Cerah di dema pêkanîna erka xwe de li gundewarên rojhilatê Tebqayê şehîd bûbû.

Karwanê erebeyan, ji pêş Nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê ber bi Goristana Şehîdan ve kete rê. Cenazeyê şehîd Îbrahîm Cerah bi nasnav Îbrahîm Mirî, ji hêla hevalên wî yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bi dirûşmên silavkirina şehîdan hate rakirin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî ji hêla Hêzên Taybet ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve, dest pê kir. Dûre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Abdulkerîm Îbrahîm û bavê şehîd, Ebû Rîş axivîn û soza şopandina rêça şehîdan heta tunekirina şaneyên razayî da.

Bi navê Rêveberiya Xweser a herêma Tebqayê hevserokê Meclisa Qanûnsaz Hamid Ferec axivî ku hêzên ewlekariyê bi hemû cureyên xwe ked didin ku çavdêriyê li şaneyên razayî bikin ên ku ewlehiya herêmê tevlihev dike. Dê serê wan venehese heta tola her şehîdan hildidin.

Li aliyekî din jî endama rêveber a Komîteya Hundirîn a Tebqayê Nisrîn Ubeyd bal kişand ser ku kiryarên ku şeneyên razayî dikin ku ewlehiyê tevlihev bikin, hewldanên binketî ne û ew jî israra Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku wan tune bikin, zêde dike. Destê ku dirêjî hêzên ewlekariyê bûye, dereng an zû, dê bê qutkirin.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Reşa Taha wesîqeta şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir. 

Şehîd Îbrahîm Mirî di dema li ser benda kontrola ewlehiyê ya li gundewarê rojhilatê Tebqayê de di erka xwe ya leşkerî de bû, di 11’ê vê mehê de, şaneyên razayî bir ser bendê de girt û di encamê de Îbrahîm Mirî şehîd bû û 2 endam jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya têkbirina DAIŞ’ê li berîkên dawîn de ku Fermandariya Giştî ya QSD’ê li Heqil El-Umer di 23’yê Adara borî de daye, tekez kir DAIŞ’ê tenê leşkerî têk çû, lê şaneyên razayî hê jî li herêmên rizgarkirî hene. Di vê dawiyê de bi rêya pêkanîna gelek teqandin û kuştinan ji nû ve aktîf bûn.

(fr)

ANHA


Mijarên Din