Şêniyên Tebqayê şehîdên meha Çileyê bibîr anîn

Bi dehan şêniyên herêma Tebqayê şehîdên meha Çileyê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne bi merasîmekê bibîr anîn. Merasîm li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê lidar ket.

Bi dehan şêniyên Tebqa, nûnerên meclisên sivîl û leşkerî tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre şêniyan mûm li ser dikê cihê merasîmê vêxistin.

Piştre gelek axaftin hatin kirin jê bi navên Meclisa Malbatên Şehîdan hevserokê meclisê Musa El-Osman, Meclisa Leşkerî fermandar Umer Ismaîl, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber Zehra Urdun û Rêxistinên Civaka Sivîl endamê rêveber Yusif Kotî.

Axaftvanan fedekariyên şehîdan ji bo ku gel di nav ewlehiyê de bijî û ji bo rizgarkirina axa Sûriyê ji terorê bi bîr xistin. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan heya pêkanîna armancên ku hewl didin bînin cih dan.

Axaftivanan destanên berxwedanê yên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk di Berxwedana Rûmetê de li dijî dewleta Tirk a dagirker, DAIŞ û Cebhet El-Nusra destnîşan kirin.

Piştre sînevizyonek girêdayî jiyana şehîdan û destanên berxwedana wan di eniyan de hate pêşendan.

Navên şehîdên ku hatine bibîranîn ev in: Siûd El-Elî(El-Nimir El-Eswed), Ehmed Mihele(Ebû Hesen), Hemûd El-Ferwan(Hemûd El-Ferwan), Xelef El-Hisên(Xelef), Xelef Mibarek(Xelef), Raêd Ebdulezîz(El-Cizrawî), Ehmed Xelîl(Dîno), Şihab Dogan(Rênas), Mehmûd Hemûd(Birûsk), Yusif El-Mistefa(Ebû Elî), Ehmed El-Ubêd(Ferman Elî), Ebdulalîm Musa(Ebdulmunêm), Mihemed Silêman(Hemdelî Tebqa) û Emîne Mistefa Umer (Barîn Kobanê).

(şx)

ANHA


Mijarên Din