​​​​​​​Şêniyên Tebqayê şehîdên xwe bi bîr anîn

Malbatên şehîdan ên herêma Tebqayê bi boneya 18‘ê Gulanê şehîdên xwe bi bîr anîn.

Bi dehan malbatên şehîdan di saetên êvarî de serdana goristana Şehîdan a bajarê Tebqayê kirin. Malbatên şehîdan mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

Piştî pêxisitna mûman, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima El-Mehmûd bi navê malbatên şehîdên Tebqayê daxuyanî xwend û got: "Silav ji we re ey parêzvanên welat, xwîn, ol, rûmet û pîrozgehan. Silav ji we re ey afrînerên pêşeroja serkeftin û dîrokê. Di oxira parastina welat û gel de we canê xwe feda kir. Destê xedir û îxanetê dirêjî we kir da ku îradeya we têk bibe. Lê hûn ne di rêza miriyan de ne ey şehîdên leheng, hûn di sicilên serkeftin, rûmet û dîrokê de heta qiyametê mayînde ne.

Bi vê şehadeta bilind malbat, gel û hezkiriyê wê pîroz dikin. Hûn di rêya şehadetê de li pêş in. Em hêvî dikin ku hevdîtina me ya bi we re di heman rêya ku we daye ser de be. Vaye kerwanên şehîdan bi xwîna xwe ya pak can didin, ji ber ku aşiqê welat û axê ne."

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmeyên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

ANHA


Mijarên Din