Şêniyên Til Birakê li dijî dagirkerî û tecrîdê meşiyan

Şêniyên navçeya Til Birakê li dijî êrişên dewleat Tirk a dagirker û çeteyên wê û ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin. Di meşê de panartên "Em ê dagirkeriyê têk bibin û nirxên şoreşa xwe bipaêrzin, ji guhertina demografyaya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re na, ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî" hatin vekirin.

Meşa ku li kolanên sereke yên navçeyê gerî li qada Til Birak rawestiya. Li vir berdevkê Meclisa Navçeya Til Birak Ebdulselam El-Hesan daxuyanî xwend.

El-Hesen diyar kir ku rejimên zalim xwedan dîrokek tijî qetlîaman, jenosîd, paqijkirina etnîkî û guhertina demografî ne, xwe li qirkirina gelan ava kirin, dijmihaniya wan li dijî gelên azadîxwazî hîna berdewam e.

Ebdulselam El-Hesen bal kişand ser dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê û xirabkirina tevna pêkhateyên wê, guhertina demografyaya herêmên dagirkirî, şandina ciwanan ji bo Lîbyayê, êrişên li ser Şengal û wargeha Penaberan a Mexmûrê, êrişên li ser Heftenînê û topbarana li ser navçeyên Til Temir û Zirganê.

El-Hesen got: "Ev hemû êrişên plankirî xwedî bandorên aborî, siyasî û nejadî ne ku dîroka wê vedigere dema Osmaniyan. Piştî serkeftinên ku me di her qadan de bi dest xistine, divê em vê şoreşê û destkeftiyên wê biparêzin. Ji vî cihî em ji dijminên azadî û mirovahiyê û ji cîhanê re radighînin ku me dest bi pêngava "Na ji dagirkeriyê re, dema dema parastina destkeftiyên şoreşê ye" dikin.

Di bin vê diruşmeyê de, em ê şoreşa xwe û destkeftiyên wê biparêzin û xeta şehîdan bişopînin heta xaka xwe ya dagirkerî rizgar bikin."

ANHA


Mijarên Din