Şêniyên Til Birak lêkirina dîwar li Efrînê şermezar kirin

Welatiyên navçeya Til Birak ya kantona Qamişlo bi meşeke girêseyî lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê şermezar kirin. Di meşê de hate gotin ku Tirkiyê li pêşberî raya giştî qanûnên navdewletî binpê dike û li pêşiya çareseriya aloziya Sûriyê dibe kelem.

Şêniyên navçeya Til Birak a kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û lêkirina dîwarê parçekirina Efrîn ji Sûriyê meşiyan.

Şêniyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, QSD, Meclisa Malbatên Şehîdan, pankartên "Em ê têkoşînê mezin bikin, dîwaran birûxînin û Efrîn rizgar bikin", "Her zeytûneke Efrînê wê bibe fîşekek di rûyê dijmin de", "Efrîn sembola berxwedan û serkeftinê ye, "Berxwedana Efrînê dê bibe Newroza gelan", "Hêvî ji serkeftinê mezintir e" û "Bi rihê Avesta û Barînan Efrîn dê rizgar bibe" hilda bûn ji deriyê ketina başûrê navçeyê dest bi meşê kirin.

Meş li çerxerêya Rêbertî veguherî mîtîngê. Cîgira Hevserokatiya Meclisa Navçeya Til Birakê Ferha El-Ûbeyd axivî û got: "Erdogan û çeteyên wê dîwarê qutkirina Efrîn ji xaka Sûriyê lêdike. Em li vir kom bûne da ku bi yek dengî qîr bikin û bêjin ji dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrîna Sûriyê re na. Efrîn milkê xwediyê wê ye û dê bi keda zarên wê were rizgarkirin."

Ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Til Birakê Sacîda El-Elî jî wiha got: "Piştî ku hêza DAIŞ‘ê li Bakurê Sûriyê ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve şikest, Tirkiyê hovîtiya xwe ya li dijî herêmê zêde kir, ji teknelojiya NATO‘yê re sûd girt û Efrîn dagir kir. Her wiha hemû komên terorîst li herêmên ku dagirkirine kom kir û ji wan re bû kefîl da ku wan li hemberî gelê herêmê bide bi karanîn."

Sacîda bal kişand ku Tirkiyê li pêşberî raya giştî ya cîhanê û rejîma Sûriyê xaka qanûnên navdewletî binpê dike û çareseriya siyasî li Sûriyê asteng dike, lê her kes lê temaşe dike.

Di berdewama çalakiyê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birak Weed El-Ilêwî jî anî ziman ku Erdogan hewl dide serdema serkeftinên Osmanî vegerîne û got: "Erdogan di rêya Tirkiyê de terorîstên ji hemû cîhanê derbasî herêmê kirin, niha jî hewl dide beşek ji xaka me dagir bike. Lê em dibêjin, bi xwîna şehîdan me Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar kir û em Efrîn jî rizgar bikin."

Çalakî bi dirûşmeyên şermezarkirina Erdogan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din