Şêniyên Til Birak û Til Hemîsê banga eşkerekirina rewşa Ocalan kirin

Şêniyên navçeyên Til Hemîs û Til Birakê yên Qamişlo nerazîbûnên xwe girêdayî bûyera li girava Imraliyê rû daye bi rêyea rêzeçalakiyan rave kirin. Her wiha bang kirin ku rewşa Ocalan eşkere bibe.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs û Til Birakê daketin qadan, deriyên dikanan girtin û agir bi tekeran xistin. Bi vî awayî nerazîbûnên xwe li hember bûyerên li Imraliyê rû didin,  piştgiriya xwe bi Rêber Ocalan re rave kirin. Piştî agahiyên girêdayî pêkhatina şewatekê li girava Imraliyê.

Şêniyan teqez kirin ku ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin heya  rewaş Ocalan eşkere bibe û serdanên parêzeran pêk werin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din