Şêniyên Til Hemîsê Goristana Şehîdan paqij kirin

Di çarçoveya amadekariyên Cejna Remezanê de şêniyên navçeya Til Hemîsê Goristana Şehîdan paqij kir.

çJi kevneşopiyên Cejna Remezanê yên herêmê ew e ku şênî êvara her cejnekî serdana goran û goristanên şehîdan dikin. Şênî wek wefedariya bi şehîdan re serdana goristanên  wan dikin.

Bi nêzîkbûna cejnê re şêniyên navçeya Til Hemîsê dest bi paqijkirina Goristana Şehîdan a navçeyê kirin. Şênî gemar kom kirin, zemîna goristanê bi avê şûştin û parka goristanê ji şînatiyên bi zirar paqij kirin.

(şx)
ANHA


Mijarên Din