Şêniyên Til Hemîsê li benda şaredariyê ne

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ji ber ku Şaredariya Gel xebatên sererastkirina pirên navçeyê dereng xistine, bi gilî û gazinc in. Bi taybet pira Wawiye ya ku herêmên başûr ên herêma Cizîrê bi herêmên bakur û kantona Qamişlo ve girê dide.

Pira Wawiye ku dikeve ser rêya gundê Teymaa-Til Hemîsê, wek nuqteyeke ku herêmên başûrê Cizîrê bi herêmên bakur û kantona Qamişlo ve girê dide tê hesibandin. Tevî 12 pirên din ên ku gundên Til Hemîsê bi hev ve girê didin. Ji ber lehiyên ku di dawiya meha Adarê de li herêma Cizîrê rû çêbûn zirar dîtine, pir bi hewcedariya sererastkirinê ne.

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ji ber ku Şaredariya Gel lez nade xebatên sererastkirina pira Wawiye bi gilî û gazinc in. Şêniyên herêmê pira Wawiye û pirên din ku gundan digihînin hev, wek damarê jiyanê ji xwe re dihesibînin.

Şêniyê bi navê Salih El-Nayif ji şêniyên gundê El-Selmesê başûrê Til Hemîsê bi 35 km got: “Kortikên li ser rê ji bo sivîlan xetereyê çêdikin. Her wiha pira Wawiye ya ku dikeve ser rêya gundê Teymaa li ser geliyê El-Cerahî li hember gundê Wawiye ye ji ber lehiyan zirar ditiye.”

El-Nayif pirs kir gelo sedemên derengxistina xebatên sererastkirina pirê çi ne û got: "Çima şaredarî pirê restore nake?" El-Nayif derenxistina şaredariyê ya xebatan rexne kir û got: “Beriya du mehan ve pirek amade kirine lê hîna nehatiye siwarkirin.”

Samir El-Hemade ji şêniyên gundê Biqa yê başûrê Til Hemîsê ye. El-Hemade got: "Em rojane pira Wawiye derbas dikin da ku pêdiviyên xwe ji navçeya Til Hemîsê peyda bikin. Lê rewşa pirê ne baş e û jiyana her kesekî ku di ser re derbas bibe, tehdîd dike. Em bang li aliyên têkildar kir ku bi awayekî lezgîn pirsgirêkê çareser bikin, beriya ku tiştek awarte rû bide.”

Pir sererast kirin da ku karên xwe bimeşînin

El-Hemade diyar kir ku piraniya pirên navçeyê zirar dîtine û wiha domand: "Pira ku gundê Biqa bi rêya dirêj û siyasî ve girê dide ji demekê ve, ji xizmetê derketiye. Şêniyên gund ji bo karên xwe bimeşînin bi hev re pira bi awayekî lezgîn sererast kirine.”

Têkildarî sedemên derengxistina Şaredariya Gel a xebatên sererastkirina piran, hevserokê Şaredariya Gel ê Til Hemîsê Ebdulrehman El-Hadî got: "Ji ber rewşên heyî xebat dereng mane. Niha mewsima çinînê ye, gelek şewat di nav hilberînan de çêbûn. Ji ber wê em neçar man tîmên rewşên awarte ava bikin û alavên xizmetguzariyê bixin xizmeta wan."

El-Hadî destnîşan kir ku Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê dê di dawiya vê hefteyê de xebatên sererastkirina pira rêya El-Hinwe bi dawî bike û piştre dê dest bi sererastkirina pira Wawiye bike. Ji ber ku pireke stratejîk e û bi awayekî mezin zirar dîtiye.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din