Şêniyên Til Hemîsê: Pêşketinên heyî bi saya Rêveberiya Xweser e

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo di salvegera 6'an a rizgarkirina navçeyê ji çeteyên DAIŞ'ê de gotin, bi saya YPG, YPJ'ê û Rêveberiya Xweser navçe ewle bûye û di her qadan de pêşketin çêbûye.

YPG û YPJ’ê di 27’ê Sibata 2015’an de navçeya Til Hemîsê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir û ewlehî li navçeyê vegerand. Şênî ku 3 salan ji ber hovîtiya DAIŞ'ê re ji warê xwe koçber kiribûn, bi rizgarkirinê re lê vegeriyan.

Çeteyên DAIŞ’ê her kesê/ ku li dijî bawerî û nêrînên wan derdiketin serjê dikirin. DAIŞ’ê li Til Hemîs û herêmên dîtir ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dagir kiribûn, hewl da îdeolojiya xwe ya tundraw belav bike û fîtneyê di nava gelê herêmê de derxîne.

Bi saya hêzên parastinê hewldanên DAIŞ'ê pêk nehatin. Ji ber ku YPG, YPJ û QSD’ê di 2017’an de rûberên mezin ên xaka Sûriyê kontrol dikir û di 2018’’an de bajarokê Baxozê yê Dêrazorê ku devera dawî di destê DAIŞ'ê de mabû rizgr kir.

Li aliyekî din jî eşîrên Ereb roleke girîng di rêvebirina ciwanên xwe têkildarî parastina xakê de lîst. Bi wê re bi sedan ciwanên eşîrên Ereb di nava YPG’ê û QSD’ê de cih girtin û gelek şehîd bû. Ji wan eşîran; Tifêhiyîn, Şerabîn, Şemer, Meamîra, Binî Seba, Cewala, Raşid û Xenama ne.

Piştî derbasbûna 6 salan ji rizgarkirina Til Hemîsê û digel Rêveberiya Xweser ewlehî û aramî li navçeyê peyda bûye û navçe di aliyê jiyanî de gelekî bi pêş ketiye.

‘ŞÊNIYÊN TIL HEMÎSÊ: DI DIRÊJAHIYA 6 SALAN DE PÊŞKETINÊN BERBIÇAV HENE’

Têkildarî mijarê, hejmarek ji şêniyên Til Hemîsê li ser pêşketinên berbirçav ên piştî rizgarkirinê axivî.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/02/26/210313_-.jpg

Mihemed Abdurehman got: "Li navçeyê di tevahî qadan de pêşketin çêbûye, ji peydakirina avê, vekirina rê û jinûve avakirinê bigire heta bi peydakirina derfetên kar, debara jiyanê, perwerdekirinê, veguhastin û sûkên bazirganiyê ve."

Abdurehman diyar kir ku di dema serweriya komên terorîst li ser navçeyê de ew koçber bûn û li tevahî Hesekê belav bûn û QSD’ê navçe rizgar kir, aramî vegerand û pêşketinên madî û çandî pêk anî.

‘SAZIYÊN RÊVEBERIYA XWESER GEL JI AZARÊN RASTEQÎN XIKAS KIR’

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/02/26/210348_-.jpg

Şêniyê bi navê Ehmed Abdulfetah  bi bîr xist ku YPJ û YPG’ê di 27’ê Sibata 2015’an de navçeya Til Hemîsê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, cilê reş ji ser wê avêt û cilê spî lê kir.

Abdulfetah da zanîn ku piştî rizgarkirina navçeyê, Rêveberiya Xweser saziyên xwe li herêmê ava kirin û wiha pê de çû:" Bi vê yekê em ji navendîbûnê rizgar kir. Mînak dema yekî karên danûstandina kaxizan dikir, neçar dima ku biçe navenda Hesekê, lê niha bi saya Rêveberiya Xweser û sîstema hevserokatiyê li bajar, navçe û bajarokan çi karê kaxizan hebe şênî di saziyên Rêveberiya Xweser ên Til Hemîsê de çareser dikin."

Abdulfetah destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser li hemberî hin astengiyan e, ew jî astengiya dewletên herêmê ye ku li dijî projeya demokrasî ye, bi taybet dijminatiya dewleta Tirk ji Rêveberiya Xweser re ye. Abdulfetah spasiya QSD’ê yên li eniyên şer û dayikên şehîdan ên ku kezebên xwe ji bo ewlehî û aramiyê dane, kir.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/02/26/210510_-.jpg

Li aliyekî din jî Mehmûd Ehmed Elî yê xwediyê dikaneke bazirganiyê eşkere kir ku bi saya keda YPG, YPJ û QSD’ê ew gihaştin vê astê û niha navçe di gel Rêveberiya Xweser geş dibe.

 ‘GELEK PROJEYÊN XIZMETGUZARIYÊ DI 6 SALÊN PIŞTÎ RIZGARKIRINÊ DE PÊK HATIN’

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/02/26/210433_-.jpg

Endamê rêveber ê Komîteya Xizmetguzariyan a Şaredariya Gel a Til Hemîsê Elaa Xenam diyar kir ku piştî rizgarkirina Til Hemîsê bi demeke kurt, şaredariya gel hate damezrandin û bi dehan şêniyên herêmê bi dilxwazî tev lê bûn, da ku xizmeta şêniyan li ser rêgeza Rêveberiya Xweser bikin.

Xenam wiha gotina xwe bi dawî kir: "Piştî 6 salan ji rizgarkirinê, şaredariyê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn, mîna kanalîzasyon, avakirina piran, sererastkirina rêyan, dabînkirina avê û hwd."

(fr)

ANHA


Mijarên Din