Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re xwestin

Xelkê navçeya Til Hemîsê sersaxî ji malbatên 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwestin.

Merasîmê sersaxiyê yê şehîdên Berxwedana Rûmetê Sedam Heskor (Cûdî Rojava), Mihemed El-Zahir (Şervan) û Elaa El-Deham (Dilo) yên li Kobanê û Til Temirê di bersivdana êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne li gundê Xernûbî Hiso yê rojavayê Til Hemîsê hate vedan.

Bi sedan kes ji saetên sibehê ve herikîn bin kon û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwestin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Bi navê Buroya Têkiliyên QSD‘ê Hec Ehmed El-Kêrit, bi navê Meclisa Navçeya Til Hemîsê rêveberê meclisê Salih El-Xelef û bi navê Meclisa Bajarokê Ukaz rêveber Ehmed El-Şetî axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û piştgiriya bi QSD‘ê re hate dayîn.

Kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştî axaftinana nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din