Şêniyên Til Koçerê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin

Bi sedan ji şêniyên navçeya Til Koçerê daketin qadan û kiryarên dewleta Tikiyê, binpêkirinên li herêmên Bakurê Sûriyê û êrîşên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Bi sedan ji şêniyên navçeya Til Koçerê ya girêdayî kantona Qamişlo daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk li herêmên Bakurê Sûriyê û êrîşên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Meşvanan pankartên bi nivîsên"Em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin" û "Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re"rakiribûn.

Meşvanan li navenda bajêr kom bûn û sloganên"Na ji êrîşên Tirkiyê li ser herêmên Bakurê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê re" berz kirin, paşê di nava sloganên"Bijî têkoşîna Efrînê" û"Na ji dagirkeriya Tirkiyê re" meş ber bi kolana sereke ve çû.

Meş li naverasta bajar veguherî mitîngê, bi navê Kongreya Star Fereh Remedan axivî û wiha got:"Êrîşên dewleta Tirkiyê isbata piştgiriya Tirkiyê ji terorê re ye, îro jî terora Tirkiya li Bakurê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê dewam dike. Her wiha bi rêya kiryarên terorîstî re hewldana têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û koçberkirina şêniyên li herêmê dike."

Fereh Remedan di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku êrîşên dewleta Tirk israra gelên li herêmê der barê bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê zêdetir dike. Endama  Rêveber a Kongreya Star Fereh Remedan bang li hemû şêniyên li herêmê kir ku yekdest bin û asta berxwedanê li dijî dagirkeriya Tirkiyê bilind bikin.

Mitîng bi sloganên "Şermezarkirina êrîşên dewleta Tirkiyê" û "Bijî berxwedan" bidawî bû.

(eh/kc)

ANHA


Mijarên Din