Şêniyên Til Temirê: Tirkiye zeviyên me dişewitîne û nahêle em vemirînin

Şêniyên gundên bakur û rojavayê navçeya Til Temirê yên li xeta temas a bi herêmên dagirkerî re diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker bi zanebûn zeviyên çandiniyê dişewitînin û rê nade tîmên agirkujiyê ku şewatê vemirînin.

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn zeviyên çandiniyê yên gundên rojava û bakurê navçeya Til Temirê dişewitînin û kesên hewl didin agir vemirînin dikin hedef.

ANHA‘yê nêrînên hin cotkarên xeta herêma Zirgan û Til Temirê girt.

Cotkar Ebûd Mîzer ê ji gundê Şêx Elî got: "Me zevî çandin, lê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên şewitandin. Çete ne zêdeyî  kîlometreyekê dûrî me ne, zeviyên me li ber çavên me dişewitin. Em nikarin agir vemirînin.”

‘ARMANC KOÇBERKIRIN Û GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ YE‘

Şêniyê bi navê Ehmed Wecirî ê ji gundê Qibûr Qeracina anî ziman ku çeteyan roja Yekşemê zeviyên wî û yên gundên derdorê şewitandin.

Wecirî got: “Artêşa  Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şewitandina zeviyên çandiniyê dixwazin şêniyan koçber bikin da ku gundan dagir bikin û demografiya wê biguherin.”

DAGIRKER TÎMÊN AGIRKUJIYÊ DIKIN HEDEF

Wecirî destnîşan kir, şêniyên ku hewl didin agir vemirinên ji aliyê çeteyan ve têne hedefgirtin û got: “Şênî debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan dikin. Lê çete zeviyên çandiniyê dişewitînin. Em bang li aliyên têkildar dikin ku binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê rawestînin.”

Endamê rêveber ê beşê alavan  ê şaredariya Til Temirê Mehmûd Dear gor: “Çete zeviyên çandiniyê yên gundên bakur û rojavayê navçeya Til Temirê dişewitînin. Em wekî tîma agirkujiyê nikarin şewatê vemirînin, ji ber ku raste rast ji aliyê artêşa Tirk  û çeteyên wê ve têne hedefkirin.”

Dear bang li şêniyan kir ku di vemirandina şewatê de bi wan re bibin alîkar û bi rêya hejmarên telefonê ku hatine diyarkirin bi wan re pêwendiyan çêkin.

Dear bang li aliyên têkildar kir ku erebeyek din a agirkujiyê bidin wan, ji ber herêm li ser xeta temas e û dagirkeriya Tirk zeviyên çandiniyê dike hedef.

ANHA


Mijarên Din