Şêniyên Tirbespiyê:  Em şopdarên rêya şehîdan e

Di bin konê sersaxiyê ya malbata şehîd Herekol Girkê Legê de, pêkhateyên navçeya Tirbespiyê hevgirtina xwe bi rêya şehîdên ku ewlehî û aramî di herêmê de bi saya berdêlên ku di oxirê de dane pêk anîna diyar kirin.

Bi dehan ji şêniyên navçeya Tirbespiyê û gundewarên girêdayî wê îro beşdarî konê sersaxiyê ya malbata şehîd Herekol GirKê Legê ku li pêşiya mala wî ya li taxa El-Sewrayê hate vedan bûn. Şehîd Ziyad El-Ebas (Herekol Girkê Legê) di pêngava li dijî şaneyên veşartî yên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê li Dêrazorê şehîd bûbû. 

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîd, alên YPG û YPJ`ê  hate xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir, paşê ji aliyê hevserokatiya Şaredariya Tirbespiyê Sûad El-Hisên, yek ji  fermandarên Dispilîna Leşkerî Nasir Alî Rehîm û hevserokê Meclisa bajarokê Helwayê Hisên Omer axaftin hatin kirin û di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Herekol Girkê Legê re hate xwestin.

Her wiha di nava axaftinan de, hate diyarkirin ku aramî û ewlehî li herêmê bi saya berdêlên ku şehîdan dane hatiye pêkanîn.

Tê payîn ku sersaxiya ji malbata şehîd Herekol Girkê Legê heta saetên êvarî dewam bike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din