Şêniyên Tirbespiyê li goristana şehîdan dar û kulîlk çandin

Li navçeya Tirbespiyê malbatên şehîdan dar li Goristana Şehîd Dilşêr çandin. Her wiha pêşangeheke wêneyên şehîdan li bajarokê Hilwa yê girêdayî navçeyê hat vekirin.

Îro bi dehan malbatên şehîdan ên navçeya Tirbesiyê ya girêdayî kanona Qamişlo berê xwe da Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Digur ê rojavayê navçeyê û kulîlk li ser gorên şehîdan çandin,her wiha li derdora goristanê jî dar çandin.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê Heyv Hacî diyar kir ku armanca wan ji vê yekê ew e ku goristanên şehîdên ji bo azadiya gelê herêmê canê xwe feda kiriye, werin xemilandin.

Pêşangeheke wêneyên şehîdan li Hilwayê hat vekirin

Girêdayî mijarê îro li Navenda Çand û Hunerê ya Şehîd Serhed a bajarokê Hilwa yê girêdayî navçeya Tirbespiyê pêşangeheke wêneyên şehîdên navçeyê û alavên kevneşopî hat vekirin. Bi dehan şêniyên bajarok û şandeyek ji Navenda Çand û Hunerê ya Hêzil a navçeyê beşdarî pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de wêneyên 12 şehîdên bajarokê Hilwa ku ji aliyê zarokên bajarok ve hatin xêzkirin, her wiha alavên kevneşopî ku çanda herêmê diyar dikin, hatin pêşkêşkirin.

Hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Şehîd Serhed, Elî Osman destnîşan kir ku armanca wan ji vekirina pêşangehê ew e ku şehîdên bajarokê Hilwa ku di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûne, bi bîr bînin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din