Şêniyên Tirbespiyê nobeta grevê wergirtin

Şêniyên Herêma Cizîrê di greva xwe ya bin konê de ya ku li Parka 19’ê Tîrmehê li bajarê Qamişlo hatiye vedan di roja 7’emîn de, didoîminin. Îro jî şêniyên navçeya Tirbespiyê nobeta greva birçîbûnê ji şêniyên navçeya Amûdê wergirtin.

Bi sponseriya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê û Kongre Star ve di 17’ê Gulanê de ku piştevanî û piştgiriya têkoşer Leyla Guven û tevahî çalagkerên grevê yên di girtîgehên Tirkiyê û Ewropa de ya ji bo rakirina tecrîda girankir li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine grevê bikin, konê greva birçîbûnê hate vegirtin.

Her 2 rojan şêniyên herêmekê ji Herêma Cizîrê nobetê di bin konê de digirin. Di bin kon de çalakiyên hunerî, çandî û xwendina helbestan tên lidarxistin. Ji wê jî zêdetir serdana şandeyên ji pêkhate, saziyên Herêma Cizîrê û yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çalakgerên grevê re tê kirin.

Îro û dema radestbirina nobetê ji şêniyên navçeya Tirbespiyê û ji yên navçeya Amûdê  yên 2 rojan ketine greva bênavber, endama Kongre Star a navçeya Tirbespiyê Xaliya Eyûb axivî û da zanîn ku gelê Kurd êdî zilma Tirk û siyaseta wê ya faşîst a li dijî mafên Ocalan û gel napejirîne. Xaliya diyar kir ku grev heta pêkanîna tevahî xwestekên çalakgerên grevê û di serî de jî têkoşer Leyla Guven, berdewam e.

Li aliyekî din jî bi navê pêkhateya Ereb a navçeya Tirbespiyê Silêman Silêman wiha axivî: "Em piştgirî hevrê Leyla Guven in û rêzdar û minetdarê wê ne. Em weke pêkhateya Ereb piştevaniya wê dikin.”

Şêniyên Tirbespiyê yên ku tev li grevê bi hejmara 170 kes bûne, dê 2 rojan nobetê bigirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din