Şûnwarê tekane yê li Eyn Îsa bi windabûnê re rû bi rû maye

Avahiyên ku nû têne girtin bûne xeteriyek ku windabûna şûnwarên navçeya Eyn Îsa tehdîd dikin. Ev tişt li ber çavên şaredariyê pêk tê tevî ku zelalkirina mijarê red dike.

Avahiyên ku li Eyn Îsa ji destpêka salên 80`yî ve hatine avakirin, cihê kaniya ku ji girîngtirîn şûnwarên dîrokî yên Eyn Îsa tê hesibandin û sedema bingehîn a bicihbûna şêniyan di navçeyê de, tehdît dikin.

Kanî li navenda navçeya Eyn Îsa ye. Derdora wê hemû bûye avahî. Berê kanî goleke biçûk çêdikir û heya geliyê El-Selîle yê di navenda navçeyê re derbas dibe ji aliyê başûr ve dirêj dibû û bi hev re çemek çêdikirin û li çemê El-Belîx yê ku bi 20 km dûr e, bi dawî dibûn.

Kanî bi xwe kaniyek ji zinar diherike û rûbara wê li hin cihan servekirî û hinek cihên din sergirtî ye. Hinek kesên ku gihjaştina kaniyê dibêjin di kaniyê de serşokek taybet ji bo jinan û yeke din ji bo mêran hebû.

Berê ava kaniyê pak, şîrîn û pir bû. Ava wê di havînê de sar e û di zivistanê de germ bû. Şêniyan li gorî baweriyên li herêmê wê demê serdana kaniyê dikir da ku xwe sax bikin û bereketê ji kaniyê bigirin.

Navê kaniyê ji mezara li rex wê Şêx Îsa tê (Şêx Îsa girêdayî rêbaza sûfî bû). Berê mezar bûbû meqseda şêniyan da ku bereketê jê bigirin. Lê çeteyên DAIŞ`ê dema herêm dagir kir, ew wêran kir.

Ji berê ve ji ber hebûna avê êl û qebîleyên erebî mîna El-Fedan, El-Cîs, El-Bû Esaf û gelek êlên din li rex kaniyê bi cih dibûn. Heta niha ew êl li herêmê ne.

Ji ber girîngiya kaniyê, Şaredariya Gel a Eyn Îsayê di navîna sala borî de kanî paqij kir da ku sererast bike.

Şêniyên navçeyê ji hewsa şaredariyê bi kaniyê geşbîn bûn. Lê ev geşbînî zêdetirî mehekê dirêj nekir. Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî Şaredariya Eyn Îsayê xebatên paqijkirina kaniyê rawestandin û kanî ji ber paşghukirinê mîna berê bû.

Ev şûnwarê tekane ye li navçeya Eyn Îsayê û bi hewcedariya parastinê ye. Ji ber ku avahî hêdî hêdî nêzî wê dibin û hindek avahî tenê bi çend metreyan ji kaniyê dûr in. Ev hemû li pêşiya çavên şaredariyê rû dide bêyî ku tedbîran bigire û her wiha zelalkirina mijarê jî red dike.

Li gorî agahiyên ku me bi destxistine, xwediyên avahiyên nêzî kaniyê nehişt ku şaredarî karê xwe di sererastkirina kaniyê de temam bike, piştî ku belgeyên milkiyetê pêşkêşî şaredariyê kirine.

Tevî wê jî hindek kesên “bibandor” dema hebûna rejîma Sûriyê cihê kaniyê û mezarê kirine milkên xwe, ew jî piştî ku ruşwet dane karmendên şaredariyê yên ku nirxa kaniyê nizanin.

Lê di vir de pirsa ku xwe dide pêş, gelo piştî çi qas dem kanî dê bi temamî winda bibe li gel zêdebûna avahiyan û bêdengiya aliyên têkildar!

(şx)

ANHA


Mijarên Din