‘Soçî bi dawî dibe, Tirkiyê erkên xwe pêk neanî’

Lêkolîner û Nivîskara bi navê Hamîde Yigit, diyar kir ku operasyona Idlibê nêz e û dê Tirkiye neyê beşdarkirin û wiha got: “Di rastiyê de hevpeymanên di çarçoveya Soçiyê de bi dawî dibin. Fînala Soçiyê Idlib e û pêvajoya Idlibê jî ber bi dawî tê. Diyare ku Tirkiyê erkên di vê pêjavoyê de dayî ser milê xwe neaniye cih.”

MURADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Dê hevdîtina çaremîne civîna  Tirkiye, Rusya û Îranê ya Soçiyê, di 14’ê Sibatê de li bajarê Soçî yê Rusyayê pêk were. Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî tevlî civînê bibin. Civîna herî dawî di 7’ê Îlona 2018’an li paytexta Îranê Tahranê çêbibû. Di civînê de nîqaşa li ser nûnerê terorê di navbera Putin û Erdogan de bibû rojev.

Dê di civîna ku Putin daxwaza wê kiribû de, pêşketinên dawî yên li Sûriyê, rewşa dawî ya li Idlibê û pêşketinên piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkayê werin nîqaşkirin.

Me li ser mijarên ku di civînê de werin nîqaşkirin û pêşketinên ku derbikevin holê, bi Lêkolîner û Nivîskara bi navê Hamîde Yigit hevpeyvînek çêkir.

Hamîde Yigit, bal kişand ser hevdîtina Lûtkeya Astanayê, ya ku di 23’ê Çileyê de di navbera Erdogan û Putin de li Moskowayê pêk hatî û wiha got: “Hevdîtina Putin- Erdogan  piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê  pêk hat. Di rastiyê de daxwaza zirveyek ku ‘piştî vekişîna Amerîkayê divê pêvajoya aştiyê bê kordînekirin” hat. Piştî hevbeşiya bi Îranê re dîroka lûtkeyê 14’ê Sibatê hat diyarkirin. Yek ji mijarên sereke ku were nîqaşkirin dê pêvajoya aştiya Sûriyê be. Mijarên di asta jêr de bên nîqaşkirin jî operasyona Idlibê û di rewşa vekişîna hêzên Amerîkayê de valehiya ku li Minbic û rojhilatê Firatê çêbibe, çawa bê dagirtin, bin.”

Hamîde Yigit destnîşan kir, bi giştî analîzên ku li ser van rojevan hatine kirin didin diyarkirin dê di hevpeymanê de li Idlib a ku di hevpeymana Soçiyê de ber bi dawî ve hatiye, Tirkiyê erka ku diket ser milê wî pêk nenaniye û wiha pê de çû: “Dê ji Tirkiyê bê pirsin, eger li Idlibê li dijî rêxistinên ku Şamê terorîst îlan kirine, nêzîkatiyên Enqereyê çi be? Dê diyarkirina nexşereyek bê armanckirin. Dê gefên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê bê nîqaşirin û dibe ku formîlên Tirkiyê rihet bike bên rojevê.”

Tirkiyê sozên ku ji bo Idlibê daye neanî cih

Hamîde diyar kir ku piştî Rûsya di 2015’an de daket qada Sûriyê û heta niha rojev ji aliyê Moskowayê ve tê rêvebirin û wiha axivî: “Bi taybet piştî ku Tirkiyê berê xwe li Rûsyayê zivirand hevpeymanên Soçî û Astanayê bi awayê lûtkeyên sê alî û du alî derketin holê. Hevpeymanên di çarçoveya Soçi ber bi dawiyê ve tên. Fînala Soçiyê Idlibe û pêvajoya Idlibê jî ber bi dawiyê ve tê. Li holê ye ku Tirkiyê divê pêvajoyê de erkên ku diketin ser milê wî bi cih neaniye. Sozê kêmkirina tevlîheyan û li herêmê bêçekirina rêxistinên cîhadî vala derketin. Berovajî El- Nusreya ku civaka navnetewî xistiye lîsteya terorê di vê pêvajoyê de bi hêz bû û herêmên di bin destê xwe de firehtir kir. Ji ber wê jî tu hikmê sozên Soçiyê nemane.”

Fînala Soçiyê û berdewamkirina Astanayê…

Hamîde teqez kir ku Tirkiye pirsgirêka Idlibê ji nedîtî tê, dixwaze balê bikişîne ser rojhilatê Firatê û  gotinên xwe wiha domand: “Her çend Tirkiye hebûna Kurdan li vê herêmê wek “terorîst” bi nav bike û wek pirsgirêkek tewlehiyê bide nîşan jî, Moskowa û Şam Kurdên li herêmê wek “terorîst” nabînin. Di vê pêvajoyê de, Putin dê Îranê jî bide gel xwe û formîlek ku diltirsiya Tirkiyê vale derbixe derxe pêş. Di wê formîlê de; Kurd û Şam li hev bikin û pirsgirêka Kurdan a li Sûriyê weke kêşeyek navxweyî bide nîşan. Bi vê ve girêdayî dê lûtkeyên sê alî û hevpeymanên sê alî û dû alî demekî berdewam bikin. Dê fînala Soçiyê were, lê ji ber rewşa ku li qadê heyî û amadekariyên Makezagonek nû ji bo Sûriyê dê Astana hîn bidome.”

‘Soçî û Astanayê rolê Cenevreyê jê stand’

Hamîde Yigit destnîşan kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê 2011’an ve gelek civînên ji bo rojeva Sûriyê hatine lidarxistin û wiha dewam kir: “Heta niha gelek lûtkeyên bi gotina “dostên Sûriyê yê” ji bilî Şamê hatin çêkirin. Cenevreyê heşt caran civîn lidar xist. Lê du civînên ku pozisyona leşkeri li qada Sûriyê guherî hatin çêkirin; Soçî û Astana. Bi Soçî re rewşa leşkerî ya li qadê bi temamî hat guherandin. Bi Astanayê jî çareseriyên siyasî girtin dest. Van her du pêvajoyan rolê Cenevreyê jê stand. Bandora ku Soçî û Astanayê li herêmê kirin wek “guherînên berçav” hatin dîtin. Neçariya ku artêşa Sûriyê li gelek eniyan şer bike, berovajî zivirand. Niha şer di wateyek giştî de ketiye eniyekî tenê.”

‘Dê Tirkiye ji Sûriyê tiştên ku hêvî dike negire’

Hamîde Yigit anî ziman ku dê Hevpeymana Edenê ya ku Putin di 23’ê Çileyê de nişkave avêt pêşiya Erdogan, di hevdîtina Astanayê de bê rojevkirin û gotinên xwe wiha domand: “Li hember daxwaza Tirkiyê ya “herêma ewle”, Hevpeymana Edeneyê hate rojevê. Dê kîjan alî ji vê yeke çi fêm bike giring e. Tişta ku Tirkiyê ji “herêma ewle” ya ku Trump avêt holê fêm dike, tişta ku heta niha xeyalê wê dike ye. Tirkiye ji “herêma ewle” zêdetir dixwaze li xeta Bakurê Sûriyê “herêmek tampon” bê avakirin û di bin serweriya wî de be. Xeyal dike ku bi hinceta ‘em Sûriyeyiyan vedigerinin welatê wan’ komên cihadî yên ku mayîne di destê wî de bicih bike. Halbûkî Trump tiştek di tê vê wateyê nabêje. Her tişt li aliyekî pêkhatina fikrê Tirkiyê yê “herêma ewle” gelek ketiye. Obama xwe nêzî vê yekê nekir, Trump jî nake. Tirkiye hertim bi hêvî dike, xeyal dike. İhtimalek mezin dê di civîna 14’ê Sibatê de ji Tirkiye yê re bê gotin ku hêviyên wî yên di vê mijarê de vale ne, li cihê wê dîqata xwe bide Hevpeymana Edenê. Wateya vê jî ev e; Di çarçoveya rêzgirtina ji yekbûna axa Sûriyê re, bi Şamê re li rêyên dialogê bigre.”

Dê Tirkiyeyê nexin nava operasyona Idlibê

Hemîde got, nayê hêvîkirin ku Tirkiye bi biryarek hevbeş bê xistina nava operasyona Idlibê û wiha axivî: “Tirkiye li Idlibê di rewşek zehmet de ye. Ne dikare aliyê komên cîhadî ku garantoriya wan dike bigre ne jî dikare aliyê rejîma Sûriyê bigire. Ji ber ku nikare tevlî operasyonek ku li dijî rêxistina ku Heyet Tahrîr El- Şam ku El- Nusra serî dikêşe bike. Nikare tevlî operasyonek li dijî Şamê jî bibe. Dibe ku ji Tirkiyê bê xwestin di pêvajoya operasyonê de aliyê xwe diyar bike. Lê di her rewşê de dê operasyona Idlibê pêk were. Ev çend rojên dawî artêşa Sûriyê dibêje ‘hevkirina Idlibê dimire’ û hêzên xwe dike tevgerê. Hêzên xwe li  Heleb, Hema û Idlibê xurt dike. Di van hefteyên Lûtkeya Astanayê nêzîk dibe de tevgerek bi vî awayî dide nîşan ku operasyona Idlibê li ber deriye û dê bibe rojeva sereke ya lûtkeyê. Lê ne diyar e dê pozisyona Tirkiyê çi be. Dê çi bala wî bikêşe. Di vê dema ku hem komên cîhadî ku Tirkiye garantoriya wan dike û hilbijartinên herêmî nêzîk dibin de siyata strateji ji bo siyaseta wî ya navxweyî çawa pêş bikeve giring e. Dê di vê lûtkeyê de kevirên bingehîn bên rûniştandin.”

Hamîde Yigit kî ye?

Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yigit di 1965’an li navçeya Samandag a bajarê Hatayê yê Tirkiyê ji dayîk bûye. Hamîde li Enqereyê mamostehiya felsfê dikir. Piştî aloziya Sûriyê, derbarê rewşa Sûriyê dest bi lêkolînan kiriye.

(bm)

ANHA


Mijarên Din