SOHR: 33 endamên hêzên hikumetê û çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

SOHR'ê ragihand ku di encama şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Sûriyê de 33 endamên hêzên hikumetê û çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Li deverên cuda ji çolistana Sûriyê û bi taybet li sêgoşeya Heleb, Hema û Reqayê û çolistana rojhilatê Himsê çalakiyên domdar ên çeteyên DAIŞ'ê hene.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di encama şerê di 48 saetên derbasbûyî de 19 endamên hêzên hikumeta Şamê û 14 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

SOHR'ê destnîşan kir ku hejmara kuştiyan dibe ku zêde bibe, ji ber ku hîna jî rewşa hin birîndaran giran e.

(dm)


Mijarên Din