SOHR: Dewleta Tirk 850 çeteyên Sûriyê şandine Azerbeycanê

Navenda Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku dewelta Tirk 850 çeteyên Sûrî şandine Azerbeycanê, di şer de 3 çete jî hatine kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) destnîşan kir ku hejmara çeteyên Sûrî yên ku dewleta Tirkji bo li dijî Ermenistanê bide şerkirin şandiye Azerbeycanê gihiştiye 850 çeteyan. Her wiha di şer de jî 3 çete hatine kuştin.

SOHR berî niha bi daxuyaniyekê diyarkiribû ku dewleta Tirk ji Sûriyê 320 çete şandine Azerbeycanê. Lê îro SOHR`ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev hejmar gihiştiye 850 çeteyan.

SHOR ragihand ku sewqiyata çeteyan a ji Sûriyê ber bi Azarbeycanê ve ji aliyê ‘şirketên ewlekariyê yên Tirk’ ve tên kirin. SOHR destnîşan kir ku komên Ereb ên di bin kontrola dewleta Tirk de ne, qebûl nakin biçin Azerbeycanê û piraniya çeteyên ku diçin jî ‘Tirkmen in’ ku piranî bi tevgera ‘Doza mîllî’ ve girêdayî ne.

Li aliyê din dengê çeteyên ku çûne Azerbeycanê di tevnên dijîtal de hatin parvekirin çeteyek wiha dibêje; “Şer pir dijwar e, em agahî ji 30-35 endamên xwe nagirin û texmîn dikin ku di bin xirbeyan de bin. 35 windahî û 70 birîndarên wan hene.”

Ajansa Nûçeyan a Reûters, ragihand ku dewleta Tirk derdora 700-1000 çete şandine Azerbeycanê.

Rojnameya The Gûrdîan jî nivîsandibû ku, çeteyên mijara gotinê ji Efrînê ji hêla şirketeke ewlekariyê ya Tirk ve sewqî Azerbeycanê têne kirin.

Çapemeniya Rûsya û Ermenistanê jî, nivîsand ku dewleta Tirk 4 hezar çete ji Sûriyeyê sewqî Azerbeycanê kiriye.

Çeteyên ku derdor hezar û hezar û 500 dolar ji bo wan tên dayîn, piranî ji komên `Sultan Murad`, `Ebû Emşat`, `Silêman Şah`, `Mûntasir Bîllah`, `Tumena Hemza` û koma `Semerqend` in.


Mijarên Din