SOHR: Di nava komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de DAIŞ‘î hene

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) eşkere kir ku, çeteyên DAIŞ`ê di nava komên çeteyên Sûrî yên çekdar de hene û li kêleka artêşa dewleta Tirk a dagirker beşdarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir ku hin zanyarî di destê wê de hene dibêjin ku`` hejmarek ji kesên di nava refên Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya ji Tirkiyê tê destek kirin de hene, berê di nava refên rêxistina dewleta îslamî de bûn.``

Her wiha daxuya kirin ku çeteyan navê xwe guhertine û ``di nava refên artêşa niştimanî de tevlî şer bûne``. Çavdêriyê tîpên destpêkê yê navê kesekî eşkere kir û diyar kir ku ew kes bi navê  ‘‘Ebû Usame El-Şamî‘‘ tê naskirin.

Li gorî SOHR ‘‘Ebû Usame El-Şamî li Şamê sala 1993`an ji dayik bûye, di sala 2012`an de li Xûta ya Şamê tevlî Cebhet El-Nusre bûye, paşê di sala 2014`an de tevlêbûna xwe ya dewleta îsalmî (mubayea dike)radighîne û di nava refên wê de li Xûta ya Şamê û gundewarên Siwêdayê şer dike.‘‘

Çavdêriyê ku agahiyên xwe spartinê çavkaniyên pê bawer ragihand `` Ebî Usame El-Şamî di sala 2016`an de beşdarî qada ewlehî ya derve ya  girêdayî wîlayeta Şamê bû. Paşê di sala 2017`an de çû Idlibê û li Tirkiyê perwerdeyeke leşkerî dît.

Piştî dewre bi dawî dibe bi navekî din B.X.A vedigere û di nava komên girêdayî Tirkiyê di nava operasyona Şaxê Zeytûn de şer dike, ku Tikiyê û aliyên girêdayî wê di sala 2018`an de li ser Efrînê pêk anîbû.‘‘

Çavkaniyan ku Mersed jêre dibêje bi bawerin tekez kirine ku `` ew kesê niha li Girê Spî dimîne , di nava hêzên taybet ên tabûra El-Hemzat ya girêdayî Tirkiyê de di nava operasyona Nei El-selam de tev digere.``

Çavdêriyê bi bîr xist ku "Ebî Ûsama El-Şamî fermendarekî rêxistina dewleta Îslamî bû beriya ku navê xwe biguhere û ji nû ve di nav artêşa watanî ya sûrî de bê erkdarkirin."

Tevî guhertina navan lê çeteyên artêşa navê "watanî ya sûrî" li xwe dike ya girêdayî Tirkiyê sûcên şer ji darvekirinên meydanî der heqê sivîlan de, lîstina bi cenazeya şervan Amara û qetilkirina sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef pêk anîne.

(rr)

ANHA


Mijarên Din