SOHR: Hezar û 750 çeteyên Erdogan gihaştin Lîbyayê

Hezar û 750 çeteyên Sûriyê yên girêdayî dewleta Tirk gihaştin Lîbyayê. Ji aliyekî din ve prosesa leşkerkirina çeteyên din li Efrînê û herêmên bakurê Sûriyê berdewam e.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê teqez kir ku hezar û 750 çete di vê dawiyê de gihaştine Lîbyayê. Ji aliyekî din ve 5 çete di şerên li Lîbyayê de hatine kuştin. Termên hinekan gihaştin herêma Efrînê li bakur rojavayê Sûriyê. Bi vê yekê hejmara kuştiyên wan li Lîbyayê gihaşt 19 çeteyan.

Navendê got Enqere bi giştî 3 hezar û 250 çete ji Sûriyê şandine Lîbyayê ji bo ku li rex hikumeta Wîfaq a lîbî li Terablusê şer bikin.

Rojnameya Guardian a britanî beriya du rojan destnîşan kir ku 2 hezar çeteyên sûrî gihaştin yan jî wê di demek nêz de bigihêjin Lîbyayê. Ji bo ku li rex hikumeta Wîfaq şer bikin.

Li gorî rojnameyê ew çete bi rêya balafiran gihaştine Terablusê cihê hikumeta Wîfaq û li eniyên pêşîn li rojhilatê paytextê hain bicihkirin.

(şx)


Mijarên Din